- Nivîskar û xwediyê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir biserdegirtina saziyên çand û ziman ên Kurdî nirxand û got: "Li hemberî van êrîşên sîstematîk jî ne nivîskarên kurd dev ji nivîsandina kurdî berdidin ne jî weşanxanayên kurdî dev ji çapkirina pirtûkên kurdî berdidin. Saziyên ziman, mamosteyên ziman, weşanxane û nivîskarên kurdan li hemberî pişaftinê weke kelehên vî gelî ne.”
ROZA METÎNA/AMED
Êrişên dewletê yên li dijî ziman, çand û nasnameya Gelê Kurd dewam dikin. Di 24'ê Îlonê de polîsan li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û her wiha Koperatîfa Ziman û Hunerê ya Anka de girtin. Di serdegirtina malan de pirtûk, kovar, hard-dîsk hatin desteserkirin. Gelek kes hatin binçavkirin.
Dîsa Fatma Surmeli ya 70 salî ya ku xwest li Polîklînîka Poz, Qirik û Guh a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê tedawî bibe di 17'ê Îlonê de çû nexweşxaneyê. Lê belê ji ber xwe negihand xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê loma jî nehat tedawîkirin. Her wiha qeymeqamtiya Farqînê navê Rindêxan ê ku Şaredariya Farqînê li parkekê kir bi hinceta "zimanê biyan" e red kir.
Têkildarî van êrişên sistematik ên ji aliyê iktidara AKP-MHP'ê ve tên kirin nivîskar û xwediyê Weşanxaneya Aryenê Roj Agir nirxandin kir.
Çand jî li ser ziman ava dibe
Roj da zanîn ji ber çand jî li ser ziman ava dibe loma jî berê êriş li ziman tê kirin û got:"Ev dewlet li ser înkarkirina gelan hatiye avakirin, bi taybetî jî li ser înkarkirina kurdan. Ji ber vê jî, dewlet her hewl dide ku kurdan tine bike. Rêyeke vê tinekirina fizîkî ye û rêyek jî tinekirina çandî ye. Ji ber ku rasterast nikare ji hêla fizîkî ve tine bike hewl dide ji hêla çandî ve tine bike. Çand jî li ser ziman ava dide. Lewma berî her tiştî ziman dike hedefa xwe. Ji avakirina komarê hetayî salên 2000'î kurdî bi temamî qedexe bû, ev bîst sal in xwedêgiravî ev qedexe rabûye lê ev jî dereweke mezin e. Ger ne wisa bûya ev bi salan e saziyên ziman, mamosteyên kurdî û kurdî bixwe bi evqas êrîş rû bi rû nedima."
Heta ku reh hebin ziman tine nabe
Roj da zanîn ku ji bo asîmîlekirina Gelê Kurd dewlet êrişî saziyên ziman û çandê dike û wiha pê de çû: "Saziyên ziman, mamosteyên ziman, weşanxane û nivîskarên kurdan li hemberî pişaftinê weke kelehên vî gelî ne. Lewma dewlet her gav êrîşî van saziyan dike. Îro bi hezaran mirov li saziyên ziman ên wek MED-DER'ê dersên kurdî dibînin. Ziman bi vê sayê zindî dimîne; dibe zimanê perwerdê, xwendin, axaftin û nivîsandinê. Hetayî ev reh hebe ev ziman tine nabe. Ku ziman tine nebe ev gel jî tine nabe, dê her zindî bimîne. Dewlet jî vê dizane û dixwaze vî rehî bifetisîne û hetayî jê tê jî êrîş dike."
Pirtûkên kurdî bi zaneyî tên qedexekirin
Roj bal bir ser desteserkirin û qedexekirina pirtûkên kurdî û got: "Ev jî bê guman êrîşeke li ser zimanê kurdî ye. Kurdî bi saya saziyên ziman dibe zimanê xwendin û nivîsandinê. Bi saya pirtûkan jî belav dibe. Dewlet bi zanebûn kurdî û her tiştên têkîldarê wê krîmînalîze dike. Pirtûkên kurdî bi zaneyî tên qedexekirin. Weke ku sûc be dide nîşan. Dixwaze vê tiştê di serê mirovan de bide rûniştandin. Di vê meseleyê de hinekî serkeftî ye jî. Mînak gelek mirov newerîn pirtûkeke kurdî bistînin an jî deynin mala xwe. Ditirsin û ji pirtûkên kurdî direvin.”
Em dev ji ziman bernadin
Roj da zanîn li dijî êrişan ew ê zimanê kurdî biparêzin û wiha dewam kir: "Li hemberî van êrîşên sîstematîk jî ne nivîskarên kurd dev ji nivîsandina kurdî berdidin ne jî weşanxanayên kurdî dev ji çapkirina pirtûkên kurdî berdidin. Ev ziman bi saya gelek berdêlên mezin hetayî niha zindî maye. Ji bo ji pêşerojê re bimîne jî çi ji destê saziyên kurdan were dê bikin û dikin jî. Em ê zimanê kurdî li dijî êrişan biparêzin."
Êrişî bîra me dikin
Roj bal bir ser qeymeqamtiya Farqînê ya navê Rindêxan ê ku Şaredariya Farqînê li parkekê kir bi hinceta "zimanê biyan" e red kir û got: "Kirinên bi vî rengî ev bi salan e tên kirin. Erê, tehamûla wan ji zimanê kurdî re nîn e lê mesele ne tenê evqas biçûk e. Naxwazin ku li ser navê kurdan tiştek hebe. Ji bo netewek li ser pêya bimîne divê zimanê xwe bipareze. Navên waran-cihan jî bîra netewekî nîşan didin. Dewlet jî êrîşî vê bîrê dike. Bê çiqasî dixwaze kurdan tine bike ewqasî jî dixwaze bîra kurdan ji holê rake."
Neyartiya rasterast
Roj her wiha balê bir ser Fatma Surmeli ya 70 salî ya ku xwest li Polîklînîka Poz, Qirik û Guh a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê tedawî bibe di 17'ê Îlonê de çû nexweşxaneyê. Lê belê ji ber xwe negihand xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayikê loma jî nehat tedawîkirin. Roj derbarê vê yekê de got: "Her çiqas weke kirineke takekesî bixwiye jî ne wisa ye. Xwediyên van kirinan hêza xwe ji dewletê digirin. Bê dewlet çawa neyarê vî zimanî ye û jê ditirse, yên nijadperest jî bi heman şiklî ditirsin û neyartiyê dikin. Ev rasterast neyartî ye. Dewlet kurdî û kurdan ji bo hebûna xwe xetere dibîne. Bi ya min di bin van kirinan de tirseke pir mezin heye. Mînak li nexweşxaneya Sertê, ku bi gelemperî nîştecihên vî bajarî kurd in, wergêrê erebî heye lê yê kurdî tine ye? Çima heman dijminatî ji bo erebî an jî îngîlîzî, fransî û hwd nîn e. Ji ber ku dewlet ji van zimanan natirse lê ji kurdî û kurdan ditirse. Dibêjin ku kurd xwedî li zimanê xwe û hebûna xwe derkevin dê di pêşerojê de bibin 'bela'. Wisa dibîne.
Ziman rûmet e, rûmetê biparêzin
Roj da zanîn ji bo parastina zimanê Kurdî divê têkoşîna xwe her mezin bikin û got: "Êrîş li ku were kirin divê mirov wir biparêze. Îro êrîş herî zêde li ser nasname û zimanê me ye. Lewma jî em ê pêşî ziman û nasnameya xwe û bi van ve girêdayî rûmeta xwe biparêzin. Ji ber nasname rûmeta me ye. Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê çi ji destê me were divê em bikin. Ev erka her kurd î ye. Bi gotinan xwedîderketin çêneba, pratîk divê. Ger em kurdî nexin zimanê jiyanê mixabin em ê nikaribin biparêzin jî. Ji bo ewqas berdêl, hewldan û keda salan vala neçe û em weke neteweke birûmet li ser vê dinyayê bijîn, divê em ziman û çanda xwe biparêzin."