Keda jinan û xalîçeyên Rojhilat

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 10 Mijdar 2024 - 17:00

  • Li her herêmeke Rojhilatê Kurdistanê motîfên ku bi dest hatine nexşandin bi taybetî yên girêdayî herêmê hene û bi nav û deng in. Tayê ku di destên jinan de şêwe digre, vediguhere berhemên hunerî.

Jinên ku ji demên berê ve heta îro vî karî dikin û tînin ba hev, ji bo siberojê mîrasa çandî dihêlin. Gundê Bîsaran yek ji van cihên ku ev mîrasa çandî lê tê jiyîne. Ciwanên gund tiştên ku ji mezinên xwe girtine bi nûbûnên xwe bi pêş xistine. Jin bi dahata ku ji vê mîrasa çandî bi dest dixin perwerdeyên xwe didomînin.

Dema li gund karekî dest pê dike, ji ber derdor biçûk e û zêde cudahî tune ne, gelek jin bi lezgînî dest bi wî karî dikin. Di encama vê de, li her gundî beşeke diyar ê hunera dest an jî cureyê hunerê derdikevin pêş. Mînak, li herêma Hewraman hunera hûnandina sepetan, çêkirina xaliyan, kilîm û çêkirina pêlavan hunerên bi destan ên xwecihî hatiye pêşxistin, li Bîsaranê jî di nava 15 salên dawî de tabloyên ku bi xaliyan çêdibin bi nexşên geometrîk tên çêkirin.

Bi hev re xaliyan çêdikin

Ev tablo, bi bihayên zêde tên firotin lê belê jinên ku xaliyan çêdikin, her dem bihayê ku heq dikin nagirin. Jinan bi giştî beşeke rojê ji bo vî karî veqetandine, ji derveyî berpirsyariyên xwe yên din ên gund, perwerdeya xwe jî didomînin û ev kar ji bo wan çavkaniyeke din ya dahatê ye. Tabloyên xaliyan, ji aliyê jineke li gund ve li yên din tên parvekirin û piştî ku kar temam dibe, ev kes hemû karî kom dike û digre, radestî kesê/a ku berê pêre li hev kirine dike û pereyê ku jinan heq kiriye dide wan.

‘Ji bo debara xwe ez xaliyan çêdikim’

Ji ciwanên gund Sena Aliramayî diyar kir ku gelê herêmê di her mijarê de zîrek e û wiha got: “Ez ji ciwanên gundê Bîsaran im û bi qasî ku min ji mezinên xwe bihîstiye, mirovên li vê derê dijîn her dem gelek zîrek bûne. Ez ji ji bo pêkanîna dahata xwe xaliyan çêdikim, ev nêzî sê, çar salan e vî karî dikim. Jinên li vê derê, li gel mêran gelek dixebitin.” 

Herî zêde jin xaliyan çêdikin

Sena Aliramayî da zanîn ku ji bo xerca dibistanê derbixe xaliyan çêdike û wiha domand: “Bîsaran li gorî gundên din, gundekî mezintir e. Belkî balê nekişandibe lê belê li vê derê herî zêde jin xalî û kilîman çêdikin. Em nêzî 50 jin bi hev re xaliyan çêdikin. Dema havîn û biharê em diçin dibistanê, ji bo xerca derbixim kar dikim. Li vê derê gelek zarokên ku dixwînin hene. Ew hem perwerdeyê dibînin, hem jî ji bo karên cuda yên gund dixebitin. Hinek caran ji baxçeyan tên li dibistanê dersê dibînin. Lê belê herî zêde zarokên keç perwerde dibînin bi rastî gelek bi aqil û zîrek in.”  ESRA AZÎZÎ / JÎNHA/BÎSARAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.