Kê çukolat vedît

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:30

  • Çukolat tameke îro zêde belav e, lê gelo kê ew pêşî vedît. Kesên ku hînbûn ka çukolat çawa çêdibe, ji xwe di nava kûrahiya dîrokê de îro wenda jî bûne.

Çukolat tameke îro zêde belav e, lê gelo kê ew pêşî vedît. Kesên ku hînbûn ka çukolat çawa çêdibe, ji xwe di nava kûrahiya dîrokê de îro wenda jî bûne. Gelekî muhtemel e ku beriya bi hezaran salan ji dara Teobroma Kakao ya li Başûrê Emerîkayê pêşî çukolat hatibe çêkirin. Lewma delîlên arkeolojîk ên berdest nîşan didin ku beriya bi 5 hezar û 300 salan jî dendikên kakaoyê yên meyandî û hişkkirî hene. Ew li devera sît a arkeolojîk a Santa Ana-La Florida ya li Başûrrojhilatê Ekwadora îro hatine dîtin. Li gorî texmînan ew dever a çand Mayo-Çînçîp bû. 

Lê çukolata wan çêdikir û ya ku îro bipirranî ji bo şîrînahiyê tê bikaranîn, gelekî ji hev cuda ne.

Ji bo çêkirina çiukolatê divê dendikê di nava mîweya kakao de di nava qaqilkê mîweyê de bên meyandnin  û paşê hişkkirin. Ew paşê tên sorkirin û herî dawî gava tên guvaştin, tişta jê re lîkora çukolatê dibêjin, çêdibe.

Hinek av li vê şerbeta tahl dihat kirin û vexwarina kakaoyê jê çêdikirin. Mirovên li meksîkaya îro, beriya mîladê bi 1500 salan kakao weke diyariyeke xwedayan didît. 

Mirov di hunerê beriya mêhtingeriya Ewrûpiyan ê Aztekan de jî vê pîroziya dara kakao dibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.