- PDK'ê, gava balefira wan li Hewlêrê danî, ew kirin nezaretê. Ew xistin ber lêpirsîneke kelevajî.
Par gava dewleta Tirk bi destûra PDK'ê dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir, yanî piştî êrişên 23'yê Nîsana 2021'ê, bi serkêşiya KNK'ê ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê û pêşîgirtina li xiyaneta PDK'ê heyetên navneteweyî jî çûn Başûrê Kurdistanê. Ji bo şopandina heyetan û ragihandina rewşê, gelek rojnamevan jî çûn Başûrê Kurdistanê. Di nava wan de 3 rojnamevanên Sloven jî hebûn: Saša Hajzler (Saşa Xeyzler), Žiga Smolič (Zîga Smolîç) û Matej Kavčič (Matey Kawuçîç). Her sê jî ji kanala radyoyê ya ji salên 1960'î ve navdar, Radio Student bûn. Kanala herî kevin a weşana alternatîf li Slovenyayê.
PDK'ê, gava balefira wan li Hewlêrê danî, ew kirin nezaretê. Ew xistin ber lêpirsîneke kelevajî. Çawa wan jî gotî, ti sedem nebû ku wan bixin nezaretê, yan jî asteng bikin ku bikevin Başûrê Kurdistanê. Ew 10'ê Hezîranê çûbûn Hewlêrê û 4 rojan li balefirgeha Hewlêrê hatin rawestandin.
Li gorî gumana wan, îstîxbaratê - yan MÎT'a Tirkan yan jî Parastina Hewlêrê - ew xistine ber lêpirsînê. Hasilî, PDK'ê ew dersînor kirin.
Ecêba ji ecêban ew bû, gava ku hema piştî dersînorkirinê 15'ê Hezîranê hatin serdana rojnameya me, ji min re gotin, kesên ew kirine ber lêpirsînê ji wan pirsîne ka "kê hûn xapandin?"
Heger endamên parastinê bûn, hingê min di dilê xwe de got, "esas kê hûn xapandin?"
Axir mesele ne ew e. Ji wan Matej Kavčič (Matey Kawuçîç) îsal careke din berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Leşkerên artêşa Iraqê ew li Şengalê revandin. Bi rastî jî revandin ji ber ku, ew ji Şengalê bi lez û bez birin Bexdayê. Îdîaya alîkariya bi rêxistineke terorîst re kirine stûyê wî. Li Iraqê ne PKK weke terorîst tê dîtin, ne jî rêxistineke din a li Şengalê. Jixwe, rojnamevaniya wî piştrastkirî ye; Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji Bexdayê xwest ew tavilê bê berdan.
Bexdayê heta niha guh nedaye bangên CPJ û malbata rojnamevana Elman a pê re: Marlene Forster. Di ser revandina wan re 13 roj bihurîn.
Aqûbeta wan ne diyar e. Dayika Marlene da zanîn ku 28'ê Nîsanê wê xeberek ji Marlene girtiye û Marlenê "ji 3 rojan ve" -yanî ji 26'ê Nîsanê ve- di greva birçîbûnê de ye.
Dayika Marlene, Lydia bi nameyeke vekirî bang li Wezîra Karên Derve ya Elman a ji Partiya Keskan Annalena Baerbockê kir, parlamentera Federal Gokay Akbulut jî bi pêşniyazpirsekê, hem li aqûbeta Marlene pirsî hem jî pirsî ka hikûmet ji bo wê çi dike. Wezîr jî hikûmeta wê jî xwe kerr dikin.
Weke ku Marlene ne welatiya wan be.
Matej jî Marlene jî, herduyan dixwest Rêveberiya Xweser a Şengalê, jiyana li Şengalê bi civakên xwe bidin nasîn. Bi kamera û cîhazên xwe yên qeydiya deng li Şengalê bûn, xwestibûn dema pîrozbahiyên Çarşema Sor li wir bin. Lê wan şahidî li êrişên artêşa Iraqê li dijî Êzîdxanê û asayîşa wê kiribû.
Zilamên PDK'ê -belkî jî yên MÎT'ê- par li balefirgeha Hewlêrê ji Matej û du rojnamevanên pê re pirsîbû, "Kê hûn xapandin?" Îro gava ez vê pirsê ji bo PDK'ê û zilamên dane dûv dikim, pirseke kelevajî ye. Biryar a wan e, nexapiyane, tercîh kirine. Lê muhtemelen ji bo ku şirîkatiya wan a di vî gunehî de bikin, hikûmeta Iraqê ya navendî xapandine. Bi vê bûyerê re careke din derket holê ku desthilata Bexdayê, ketiye destê Enqerê û heger tifaqa bereya Sunî, PDK û bereya Sedr bi ser keve, ev ê bibe cara pêşî ku piştî Şerê Cihanê yê Yekê dewleta Tirk li ser Bexdayê dibe xwedî hukm.
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê