• Parlementoya Katalonyayê, bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. 

Parlementoya Katalonyayê, bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. 

Parlamentoya Katalonya pêr di salvegera rizgarkirina paytexta DAIŞ’ê Reqayê de, bi awayekî fermî bi piraniya dengan Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. 111 parlamenteran dengê erê dan û 18 parlamenteran jî dengê ‘Na’ dan.

Parlamentoya Katalonyayê bû yekem parlamentoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas bike.

Malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyaniyekê malavayiya Parlamenta Katalonyayê kir.

Daxuyanî wiha ye: ”20’ê Cotmehê Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de nas kir. Îtirafkirina Parlementoya Herêma Katalonyayê bi Rêveberiya Xweser pêşketinek girîng e û duristbûna projeya Rêveberiya Xweser wekî çareya aloziya Sûriyê nîşan dide. Her wiha rêbazek ber bi pêkanîna yekitiya gelan û rêgeha demokratîk ve ye ku dê nûnertiya îradeya hemû pêkhateyên civakê bike, piştî ku îradeya civakê bi dehan salan li Sûriyê hatibû paşguhkirin.

Em spasiya dostên xwe li Herêma Katalonyayê dikin. Em helwestên wan ên dîrokî bi nirx dibînin. Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soza xwe nû dikin ku em ê ber pêşketinê ve biçin da ku projeya xwe ya demokratîk zengîntir bikin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN