Karsaziya nû û insanî ya Hamdi Ulukaya bû film

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Sibat 2021 - 00:18

Li ser milyarderê Kurd ê li Emerîkayê Hamdi Ulukaya belgefilmêk tê çêkirin. Hamdi Ulukaya damezrêner û rêveberê şirketa Chobani ye. Chobani şirketa herî mezin a mêst û berhemên ji şîr e li Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê. VICE belgefilmê bi navê “Moving Humanity Forward (Berbipêşve birina mirovahiyê)” da çêkirin. 

VICE dibêje, ew berê xwe didin helwêstên dij-rêveberî (anti-CEO) yên Hamdi Ulukaya. Li gorî vê Ulukaya xwedî fîlozofiyeke karsaziyê ya ku navê “pêşî mirov” lê dike û wekî din jî karê xwedîderketina li penaberan dike. 

Nirit Peled derhêneriya belgefilmê kiriye û belgefilm ji duşema bihurî ve li ser VICE û VIUCETV.comê hatiye weşandin. 

Di belgefilmê de bi qasî Hamdi Ulukaya karkerên fabrîkaya wî ya li Utica ya li herêma New Yorkê xuya dikin. Ew ne tenê karker in, ew di heman demê de şirîkê şirketê ne. VICE bi vî rengî dibêje, wê modeleke nû ya insanîtir ji bo karsaziyê li Emerîkayê nîşan daye. Tiştên weke mûçeyê herî kêm ê saetê 15 dolar, destûra dêûbavan a ji bo pitika nû hatî dinyayê tevî ku mûçeyê wan tê razandin, û ewlehiya civakî ku li DYE’yê ne asayî ne, ji bo karkerên Chobani hene. 

Belgefilma 45 deqîqeyan herwiha li ser youtube hatiye belavkirin û lînka wê li jêr e:

https://www.youtube.com/watch?v=A-okTN-bzbk

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.