Kargeh ji hinaran re

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Cotmeh 2020 - 22:36

Li bajaroka Şeqlawa ya Hewlêrê kargeheke çêkirina rubehinar (şerbeta hinaran) hatiye çêkirin. Vê kargehê zehmetiya xwediyên baxên hinaran kêm kiriye. Ev kargeh di nav saetekê de dikare ji 5 ton hinaran ava hinaran biguvêşe. Ev kar ger bi dest were kirin pêwîstiya wê bi gelek kesan û zêdetirî hefteyekê kar heye.
Li komelgeha Hîran, Basirme û Herîr ya ser bi bajarokê Şeqlawe yê ser bi Hewlêrê, dema çinîna hinaran û çêkirina ava hinaran e.
Her çiqas hikûmet û wezareta çandiniyê di warê pîşesaziya berhemên hinaran de xemsar bin jî, cotyarên deverê bi xwe berhemên xwe xerc dikin û kerta çandiniyê bi pêş dixin.
Hinarên devera Şeqlawe bi nav û deng in. Salane rêjeyek zêde ya hinarên deverê dikevin bazarên herêmê. Her wiha ji wan ava hinaran jî tê çêkirin.
Cotyar Helkewt Resûl salane ji baxê xwe yê hinara 2 ton hinar berhem radike. Beşeke zêde ya van hinaran li bazarê difiroşe, ji beşekê jî ava hinaran derdixe û hinekî jî ji bo zivistanê radike.

Rubehinara Tirkî bela ye

Xwediyê kargeha çêkirina ava hinaran, Kameran Amokeyî diyar kir ku ev çend roj in wan dest bi wergirtina hinaran kiriye û rojane bi sedan ton hinar ji baxçevanan werdigirin û ta derengiya şevê kar dikin.
Ev kargeh dikare di nava saetekê de nêzî 5 ton hinaran bike avhinar. Di kargehê de 6 ta 7 karkeran dixebitin. Kargeh ji bo her 25 kîlo hinar 2 hezar dînar ji baxçevanan werdigire.
Cotyarê bi navê Muhsîn Cemîl diyar kir piştî ev kargeh vebûye zehmetiyên wan gelekî kêmtir bûne û karê ku wan berê bi rojan dikir, niha ev kargeh di nav saetekê de pêk tîne.
Jina bi navê Etye Kerîm ji bajarokê Basirme ye, sê mencelên mezin  tije ava hinaran xistiye ser agir û dibêje ji bo her mencelekê pêwîstî bi heft ta 10 saetan heye ku li ser agir bimîne heya dikele û dibe rubehinar.
Her çiqas bi vekirina kargehê re zehmetiyên xwediyên baxan kêm bûbin jî, çêkirina rubehinarê karekî zehmet e û demek zêde jê re pêwîst e. Cotyar jî diyar dikin ji ber hawirdekirin yanî îtxalkirina rubehinaran Tirkî û Îranê rûbehinara navxweyî bi qasî pêwîst nayê serfkirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.