Kanada dişewite dûxan digire Norwecê

Nûçeyên Cîhan

Şemî 10 Hezîran 2023 - 01:19

Li Kanadayê dûyê gelek şewatên daristanan, gihişt Norwêcê!

Li Kanadayê dûyê gelek şewatên daristanan, gihişt Norwêcê; yanî van şewatên daristanan tesîr li welatekî kir ku bi hezaran kîlometreyan dûrî Kanadayê ye.

Lêkolerê Înstîtuya Lêkolînên Werzan û Jîngehê ya Norwêxê (NILU) Nîkolaos Evangeliou ji AFP’ê re got, ji roja Duşemê ve bi taybetî li stasyona Bîrkenes a li başûrê welêt, wan partîkulên dumanê pîvane.

Evangeliou got, “Em zêdebûneke cidî nabînin (…) Lewma em li Norwêcê ti pirsgirêka jîngehê yan jî xetereke tenduristiyê nabînin.”

Dûyê şewatên daristanên li Kanadayê, gihişt beşeke bakur û rojhilatê DYE’yê jî.

Li Kanadayê rayedar vê rewşê weke îstîsnaî qebûl dikin.

Agir bi qederê 2 hezar û 300 daristanan ket û qederê 3.8 milyon hektar daristan şewitî.

Li Norwêcê ji roja pêncşemê ve ji bo 3 hefteyan pêxistina tifikan hat qedexekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.