Ka siyaseta derve ya femînîst bi ku ve çû?

Nûçeyên Jin

Duşem 4 Tîrmeh 2022 - 22:36

  • Swêd li seranserê dinyayê welatê yekê ye ku siyaseteke derve ya femînîst dide destpêkirin. 

MERET WEBER*

Sal 2014 e. Margot Wallström hingê wezîra karên derve ya Swêdê bû, wê guhertineke radîkal da zanîn: Swêd li seranserê dinyayê welatê yekê ye ku siyaseteke derve ya femînîst dide destpêkirin. Angajmana siyasî ya bi dehê salan, diviya êdî bibe rastî. Jin êdî bi mexdûriya xwe ya taybet a ji ber şer û aloziyê, lê her wiha weke aktorên çalak ên aştiyê, di biryarên siyasî de cihê xwe bigirin. Teoriya feminist foreign policy li seranserê dinyayê doza çavkanî, nûnerî û mafan ji bo jinan dike, dixwaze pêşiyê li aloziyê bigire û aştiye mayînde misoger bike.

Sal 2022 ye. Şerê êrişê yê Rûs li Ukraynayê li hovîtiya xwe kêm nake. Bêalîbûn êdî ne tercîhek e. Heta bi dewletên bakur [nordic] ên xwedî rêûresma alînegiriyê bi xwe jî, hewl didin bikevin nav hevgirtinên ewlehiyê yên mezintir. Li pêşiya endametiya wan a NATO’yê beriya çend hefteyekê tenê vetoya Erdogan asteng bû. Êdî Swêd û Fînlandiya ber bi serokkomarê Tirk ve gavê diavêjin û di berdêlê de jî dikarin bibin endam. Buhayê wê? Lazim e daxwazên Tirkan ên ji bo teslîmkirina endamên PKK´ê divê tavilê bikevin ber nirxandinê, temamê ambargoyên sîlehan bên rakirin û terîfeke din a terorîzmê ya bi dilê Erdogan divê bê qebûlkirin, nexasim jî li dijî YPG ya Kurd û kesên ku zen li ser wan e ku alîkarên wê bin.

Gelo ev siyaseteke derve ya femînîst e? Mirov rabe tam wan koman krîmînalîze bike yên ku bi salan di şerê li dijî DAIŞ’ê de li bereya pêş şer kirin û pê re jî nexasim mafên jinan parastin û bergiriya wan kirin? Mirov rabe Kurdan bixe ber taqîba edlî, û di heman demê de Rojavayê Kurdistanê di heman demê de yekane devera li dinyayê ye ku awayekî hevgirtî xwe daye avakirina civakekê ya ku tê de azadiya jinê xisûsa herî li pêş e?  

Gelo ev siyaseta derve ya femînîst e ku mirov tawîzan bide Erdogan - zilamekî ku li Tirkiyeyê qet ne xemam wî ye ku zilmê li mirovên xwedî tercihên cihê yên cinsî, femînîstan, xwendekaran û rojnamevanan bike-? Ew Erdoganê ku endamên hêza siyasî ya sêyem a li welêt bi awayekî girseyî dide girtin, ji ber ku ew ji bo mafên hindikahiyan û jinan têdikoşin? Serokkomarekî ku bêyî ku xwe aciz bike gundên Kurdan bombe dike û êdî bêhtir navgînên wî hene ku şerê xwe li Kurdistanê dewam bike?

Gelo ev mumkin e - siyaseta derve ya femînîst?

Endametiya NATO’yê ya welatên zelal nîşan dide ku berjewendiyên ewlkariya neteweyî dîsa li pêşiya prensîpên femînîst in. Ev ne tişteke nû ye. Jixwe, ji bo Swêdê hê ji destpêkê ve wiha xuya bû ku siyaseta derve ya femînîst û firotina sîlehan a weke nimûne ber bi Erebistana Siûdî ve ne nakok in. Wezîra Karê Derve ya Elmanyaya Federal Annalena Baerbock jî xwe tabihê feminist foreign policy dibîne – û Elmanya bi awayekî girseyî sîlehan dişîne deverên şer û aloziyan. Weke caran kara pereyan li pêş e. Ji ber wê jî çi baş e ku mirov dikare ser van îxracatên gumanbar bi “femînîzmê” bigire û wan bixemilîne. 

Belkî siyaseteke derve ya femînîst di rastiyê de hîç ne mumkin be. Ma ne, siyasete femînîst a hevgirtî lazim bû temamê esasên civaka me bixe ber lêpirsînê. Siyasete femînîst a hevgirtî lazim bû bipirse, gelo dewletên xwe disipêrin avahiyên baviksalariyê û milk, dikarin bi guhertinên radîkal re di heman demê de bimeşin. Siyasete femînîst a hevgirtî wê pişta tevgerên tercihên cinsî û tevgerên jinan bigirta. Piştgiriya têkoşînên azadiyê û berxwedana li beramberî baviksalariyê diviya li seranserê dinayayê bihata destekkirin. Guhertineke hevgirtî ya femînîst wê bibûya rabûna li ber dewleteke zalim a weke dewleta Tirk - berevajî ku mirov rêya wê xweş bike.

* Ev şirove di ze.tt de 30 Hezîranê derçû. ze.tt pêvekeke dijîtal a rojnameya Elman Die Zeit e.
** Elîf Kuçukê îlustrasyona ji bo şiroveyê, bi navê “Çawa siyaseta femînîst û zilma li Kurdan tê kirin bi hev re bimeşin” ji ze.tt re xêz kiriye.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.