Femînîzasyon ango ekofemînîzm

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 01:53

Ekofemînîzm (femînîzma hawîrdorê) yek ji cureyên femînîzm û hawîrdorparêziyê ye, ew tezên wekheviya zayendî bi pirsgirêka parastina hawirdorê û guherîna avhewayê re dike yek. Tê texmînkirin ku ev têgeh bi eslê xwe ji fikra çalakvana Fransî Françoise d'Aubonne (1920–2005) peyda bûye. Wê cara yekê di sala 1974’an de di pirtûka xwe a bi navê “Femînîzm yan Mirin” de ev têgeh bi kar anî. Françoise d'Aubonne dinivîse ku mirovahî di bipêşketina xwe de bi du pirsgirêkan re rû bi rû dimîne: nifûsa zêde (û vê yekê bi serdestiya mêran a li ser jinê rave dike) û zexta zêde ya antropogenîk a li ser xwezayê (ku bi serdestiya mêr re jî tê girêdan). Françoise d'Aubonne têgeha "mêrbûna jehrî" dide nasîn û pirsgirêkên mirovahiyê bi newekheviya zayendî ve girêdide, bang li jinan dike da ku di warê jîngehê de aktîftir bibin û tevlî mijarên têkildarî mijarê bibin. Ew bawer dike ku di navbera jin û xwezayê de têkiliyeke objektîf a taybet heye û li Parîsê Navenda Ekolojî û Femînîzmê ava kir.

Lê belê Françoise d'Aubonne ne ya pêşî bû ku bal bire ser vê "girêdana taybet", bang li jinan kir da ku hawirdorê biparêzin. Hîna di salên 1960’î tevgerên ekofemînîst li deverên cuda yên cîhanê dest pê kiribûn. Yek ji yên herî çalak "Tevgera Chipko" (Chipko-Andolan) li Hindistanê bû - endamên wê beramberî şerê li dijî daristanan tekoşiyan; jinan bi rastî xwe bi daran ve girêdabû, wan dar hembêz dikirin û nehiştin ku daran qir bikin. Çalakiyên bi vî rengî pirr bi bandor bûn û îmkan dan ku kêmkirina daristanan li Hindistan û Himalayayan kêm bibe. Nimûneyeke din a eko-aktîvîzma "kesk" a bi vî rengî "Tevgera Kembera Kesk" e, ku bi saya Wangari Maathai (wergira Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2004?an; xelatgira Nobelê ya ji Efrîkayê ya yekem) li Kenyayê derket holê. Beşdarên vê tevgerê bi çandina daran re mijûl bûn, hêjmara şitlên ku hatibûn danîn, ji 50 mîlyonî derbas bûye.

Herikên rêûresmê yên ekofemînîzmê li ser bingehê ramana giştî ya naskirina prensîba peywendiya jinê ya bi xwezayê re, ji ber vê yekê nirxa ramana hiyerarşîk û dubendiya nirxê ye. Têkiliya jinan û xwezayê bi sazûmana baviksalarî ya civakê re tê ravekirin; ev têkilî hem xweza û hem jî jinê dikin kole û wan ji sûbjebûnê yanî kirdebûnê bêpar dikin. Bi vî awayî ew jinan û xwezayê weke çavkaniyê dibînin. Taybetmendiya ekofemînîzmê weke tevgereke îdeolojîk di cihêrengiya şirove û nihêrînan de ye, tevger bi xwe gelekî ne homojen xuya dike.

Ekofemînîzm wekî îdeolojiya seretayî îro tê ber hev û pirsgirêkên newekheviya zayendî û tekoşîna li dijî guherîna avhewayê, bêyî şiroveyên radîkal ên "xwezaya dayikê" dike. Tê gotin ku guherîna avhewayê ne bêalî ye û bandorê li komên cuda yên mirovan dike. Yek ji van koman jî jin in. Daxuyaniya Peymana Çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guhertina Avhewayê ya 2021’ê diyar dike ku pêdivî ye ku mirov bandorên cuda yên guherîna avhewa li gorî faktorên wekî temen, zayend, taybetmendiyên laşî û cih nas bike.

Ekofemînîzm yek ji lensên kaleîdoskopê ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî yên hemdem. Di nav van pirsgirêkan de newekheviya zayendî û guherîna avhewayê jî hene. Tevger ne xwediyê yek helwêst û rêgeza bipêşketinê ye. Yek ji hêza ekofemînîzmê, tevî rexneyên wê yên radîkal, bi avakirina platformeke hevpar a jinan li çaraliyê cîhanê ve girêdayî ye – platformek ji bo diyalogê di navbera Bakur û Başûrê kurewî de. 

Di encamê de jin ne tenê ji bo xwe, lê ji bo tevahiya nifûsa Cîhanê li dijî guherîna avhewayê şer dikin.

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.