• “Nûçeyên me wan aciz dikin, lewma jî asteng dikin. Em ê bibin dengê jinan û dev ji vê yekê bernedin.” 

Nûçegihana JINNEWSê Şîrîn Çinar nerazîbûn nîşanî astengkirina malpera JINNEWSê da û got: “Nûçeyên me wan aciz dikin, lewma jî asteng dikin. Em ê bibin dengê jinan û dev ji vê yekê bernedin.” 

JINNEWS 25’ê îlona sala 2017’an bi destê rojnamevanênên jin hat damezirandin. Ji wê rojê ve jî zextên desthilatdariya dewleta Tirk li dijî ajansa kêm nebûne. Ji roja destpêkê heta niha, dewleta Tirk gelek nûçegihanên kirin nezaretê, gelekên din girtin û malperên wê jî 43 caran asteng kirin. Herî dawî jî li ser biryara Dadgeha Cezayên Silhê a 4´an, di 1’ê Nîsanê de malpera JINNEWS’ê hate astengkirin.

Tevî hemû zext û astengkirinan jî JINNEWS xebata xwe didomîne. 

 'Em wan aciz dikin'

Ji nûçegihanên JINNEWSê Şîrîn Çinar got, piştî hewldana darbeya 2016’an, zexta li ser rojnamevanên jin jî girantir bûye û got: “Lê tevî zextan hemûyan jî me di sala 2017’an de bi dirûşma ‘Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne’ dest bi xebatê kir. Ji roja destpêkê ve malpera me 43 caran hate astengkirin. Heta malpereke me hêj nehatibû vekirin jî hat astengkirin.”

Di dewamê de Çinar got, bûyerên li welêt herî zêde bandorê li jinan dikin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Bi taybetî jî ji ber ku me gelek bûyerên tacîz û destdirêjiyê teşhîr kirin, her tim hewl dan me asteng bikin. Em tev jî dizanin bê ka sedema van astengkirina çi ye. Heke hûn rojnamevaneke jin bin û tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin, bêguman dê hinek bi vê aciz bibin û piştre wê we bikin hedef.

Lê belê çi dibe bila bibe û astengî çi dibin bila bibin, em ê dev ji çêkirina nûçeyan bernedin.”

AMED