“Jina ku hevîrê avê disitire”, “Bayê bêhna xweş jê difûre”, “Dûrbîna kulîlkan” navên ecêb in. Evna hinek ji navên berhemên hunermenda şêwekar Mio Asahî ye. Mio Asahî ji hunermendên hevçax ên qalibên çapê yên Japonyayê ye. Mio Asahi bi pirranî îlhama xwe ji folklora
Japon werdigire û fîgurên xurt ên jin nîşan dide.
Mio Asahi bi avatêz û hibra avî efsane û mîtolojiyeke ji serdemên berê weke berhemên hunerî ji nû ve xêz dike. Ejdeha, pîresêhr, xwedawend, dêw, ewrên li hev digerin û rengên metalî li ser lewheya çapê hene. Ew jî dinyaya di navbera efsane û rastiyên îro de ya Mio Asahi tînin ber çavên me.
TOKYO