Di beşên Biennaleya Venedîkê ya 2023´yan de li Îtalyayê pêşangeh û çalakiyeke taybet a ji bo zanîngeh, akademî û înstîtuyên xwendina bilind bi rê ve çû. Li Parco Aperto ya li Venedîkê bi "Ecologia (A)sociale" re ev kar çû serî û Escuela Moderna Ateneo Libertario, Fuoriposto Mestre û Marche Arte Viva kuratoriya pêşangehê kirin.

Di vê çalakiyê de hunermend Eleonora Gugliotta di performansa xwe de û bi înstalasyona xwe ya bi navê Donna Vita Libertà de Jîna Amînî û şoreşa Jin jiyan azad ya li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê bi bîr anî. Di performansê de sloganên li her bajarê Îranê derketin pêş nehatin jibîrkirin: “Jin jiyan azadî” û “Bimre dîktator”. 

Di dema performansa bi navê Donna Vita Libertà ya Elena Gugliotta, ev slogan hatin gotin û ji bo piştgiriya bi şoreşa Jin jiyan azadî re jî xelkê hazir ji porên xwe qusandin da ku bala raya giştî bibin ser meseleyê. 

Wêne: Valerio Muscella, Eleonora Gugliotta, Donna Vita Libertà, Ecologia (A)sociale, Biennale di Venezia 2023

VENEDÎK