Jin ji bo destkeftiyên xwe perwerde dibin
Pêncşem 30 Çile 2025 - 02:35
Kongra Star a Kantona Hesekê, piştî banga seferberiyê ji bo komîteyên xwe dewreyek fêrkirina çekê vekir. Jinên tevli dewreya perwerdeyê bûn gotin:"Pêvajoya ku em jê derbas dibin pêwistî bi rihê şerê gelê şoreşgerî heye, lewma xweparastin esas e û dem dema parastina deskeftiyan e. "
Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo xweparastinê seferberiyên giştî ragihand. Kongra Star a Kantona Hesekê li ser banga seferberiyê dewreya fêrkirina çekan bi pêşengtiya bi Hêza Parastina Civakî HPC-JIN da vekirin. Dewreya perwerdeyê 3 rojan dewam kir. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûn anîn ziman ku ew ji bo parastina destkeftiyên xwe yên 13 salan xwe di her milî de perwerde dikin.
Xweparastin mafekî rewa ye
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Hêza Parastina Civakî HPC-JIN Leyla Misto, da zanîn ku armanca wan ew e ku jin bikaribe xwe biparêze û bibe bersiv ji pêvajoya heyî re û wiha got: “Xweparastin mafekî xwezayî ye û di rastiya her zindiyekî de tê dîtin. Pêvajoya ku em jê derbas dibin, pêwistiya me bi xweparastinê heye û yê ku bikaribe tax, mal, xwe û civaka xwe biparêze jin e. Lewma em dewreyên bi vî rengî vedikin.”
Dema parastina deskeftiyan e
Endama Komîteya Tenduristî a Kongra Star Cumana Ehmed jî, teqez kir ku di şeran de jin bingeh û sembola hêz û berxwedanê ye û wiha domand: “Armanca me ji tevlîbûna perwerdeyê ew e ku em bizanibin çawa çekê bi kar bînin û bikaribin qada parastinê xurt bikin. Pêvajoya ku em jê derbas dibin pêwistî bi rihê şerê gelê şoreşgerî heye, lewma xweparastin esas e û dem dema parastina deskeftiyan e. ”
Parastina civakê ji jinan tê xwestin
Her wiha Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Cengîman Şêxo jî, destnîşan kir ku parastina civakê ji jinan tê xwestin û wiha got: ” Di vê pêvajoyê de tê xwestin ku bi taybetî di qada parastinê de her jinek birêxistinkirî be. Lewma armanca me ya tevlîbûna perwerdeyê ew e ku em fêrî çekê bibin û bibin bersiv ji vê pêvajoyê re.”
NÛJINHA/HESEKÊ