Jidil behsa şoreşê dikin

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 3 Gulan 2021 - 02:20

Jin behsa şoreşa xwe dikin. Bi kitêbekê ji destpêka salên 1980'yî heta îro em şoreşgerên jin ên Rojava nas dikin. Yên ku pêşî tevlî nav refên şoreşê bûne. Berxwedêrên pêşî, çalakgerên pêşî, gavên pêşî yên xwebirêxistinkirinê, gavên pêşî yên berxwedanê... şêrê li dijî çeteyan, şêrê li dijî DAIŞ'ê û hevgira wê dewleta Tirk... Ev mijar û bûyer hemû bi gotinên jinan, bi çavên şahidên jin yan jî qehremanên jin bi xwe wê di kitêbekê de cih bigirin. Ev projeya Jineolojiyê wê beriya havînê li Rojava çap bibe. 

Karekî hêja ye ku ji bo her kesê elaqedarî Şoreşa Rojava bibe çavkaniyeke sereke. Ji bo wê bi sedan hevpeyvîn hatine kirin. Bibîranîna bi sedan şehîdî jî di kitêbê de wê hebe. Xebat bi aliyekî xwe xebateke dîroka devkî ye. Yanî bi sedan şahidî behsa bûyeran û kesan kiriye, behsa şer û berxwedanê kiriye. Encamên van bi serê xwe arşîvek in. Lê kitêb ji arşîvekê û wêde ye. Bi şiroveyên xwe yên di navbera şahidiyan de, bi avakirina xwe ya qonax bi qonax kesekî haya wî ji şoreşê nebe jî agahdar dike, û ji bo kesên haya wan jê heye jî perspektîfeke nû ya fêmkirina Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê pêşkêş dike. 

Em hisên protoganîstên şoreşê, çalakgerên wê, milîtanên wê hîn dibin, em dibînin ka çawa hêdî hêdî dinyaya xwe diguherin, pê re jî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber ku ew mirov ji dil û bêyî tirs bê sansur dipeyivin, xwendevan wê li guherîna dinya wan a hizr û hestê serwext bibe. Zehmetiyên şoreşê, keda bi hezaran şehîdî, xwe di her şahidiyê de dide der. Ew nexasim jî ji bîr nake ku şoreşê bi 19'ê Tîrmeha 2012'an yan jî  bi raperîna milet a li dijî komkujiya Qamişlo a 12'ê Adara 2004'an dest pê nekiriye. Ew Şoreşa Rojava û şoreşa Bakurê Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK'ê û Abdullah Ocalan bi awayekî jidil a vegotina şahidan, dike esasê Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê. 

Gava ev kitêb derket, navê wê û halê wê yê dawî li ser kaxezê bû reşbeleka çapkirî, ez ê careke din behsa wê bikim û bêhtir bi hûrgiliyên wê dakevim, navan hildim. Lê niha piştî xwendina wê ya pêşî bibêjim, berhemeke hêjayî xwendinê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.