- Li bajarê Kerkûkê 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê bi beşdariya çend komên şanoyê yên navxweyê Iraq û derveyî Iraqê bi meşeke mezin û lidarxistina çend çalakiyan destpê kir.
Starta 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê li ber Mall of Kerkuk bi meşeke girseyî û dirêj hat dayîn. Di dema meşê de çendîn çalakiyên hunerî yên mûzîkê, çendîn leyîstikên şanoyê û çandî hatin lidarxistin û meşê heta ber Boulevard Hall of Kerkuk dewam kir.
Li Boulevard Hall’ê çalakiyên roja destpêkê yên 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê hatin lidarxistin. Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hatin destpêkrin. Piştre stranek li ser pêkvejiyana netewên Kerkûkê ji aliyê hunermend Rûbar Kakeyî ve hate pêşkeşkirin.
Piştre ji komîteya amadekar ya festîvalê Nejad Necim bi boneya destêkirina 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê axaftina vekirina festîvalê kir û got; “Ji xewnê ber bi rastiyê ve. Eger xewn nebe rastiya wê jî pêk nayê. Berê em bajar bi bajar digerin ji bo ku şanoya Kerkûkê nîşan bidin an jî ji bo festîvalekê werin vexwendin. Lê niha yek ji mezintirîn festîvalan li Kerkûkê, festîvala şanoyê ye.”
Kerkûk; bajarê pêkvejiyanê
Piştre Waliyê Kerkûkê yê YNK’yî Rêbwar Teha jî axaftinek kir û got; “Em gelek spasiya Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Hemey Kak Heme ku bi berdewamî alîkariya şanogerên Kerkûkê kiriye ji bo pêşkeşkirina festîvalên weke vê. Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye. Emê vê pêkvejiyanê biparêzîn.” Her wisa Wezîrê Rewşenbîriyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemey Kak Heme jî di starta festîvalê de axivî û got; “Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye û vê yekê wisa kir ku em tabloyeke wiha bedew û xweşik bibînin. Tabloyek wisa ku em tê de hemû netewên Kerkûkê bi cilûbergên xwe yên taybet beşdarî vê festîvalê bûne.”
Di festîvalê de 20 lîstikên şanoyê cih digirin
Piştî axaftina wezîr, belgefilmek li ser destpêkirina Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê û heta roja îro hat nîşandan. Di bernameya roja destpêkê ya festîvalê de xelatên zêrîn yên 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê ji çend hunermendên şanoger yên bi ezmûn yên li nav Iraqê û derveyî Iraqê re hatin dayîn ku isbata pêkvejiyana Kerkûkê hatin dayîn. Ev xelat ji aliyê Koma Hunera Netewî ya Kerkûkê ve hatine amadekirin.
Herî dawî roja yekê ya çalakiyên festîvalê bi derketina dikê ya hunermend Dilşad Salih û pêşkeşkirina çend stranan bidawî bû. Biryare 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê 3 rojan bidome. Wê di festîvalê de 20 leyistikên şanoyê bên pêşkeşkirin û di fînala festîvalê de wê xelat ji kesên serkeftin bidestxistine bên dayîn. ROJNEWS/KERKÛK