
Ji bo aliyên teknîkî û lojîstîkî yên "festîvala çandê" ya ku dê li Wanê bi budçeyeke nêzîkî 800 mîlyon TL'yî bê lidarxistin, îhale ji ajanseke alîgir re hatiye dayîn. Her wiha di bernameyê de tu çalakiyên ku çanda bajêr nîşan didin tune ne û hunermendên Kurd nehatine vexwandin.
"Festîvala Çandê ya Wanê" ku dê ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve li Wanê bê lidarxistin, îro dest pê dike. Di çarçoveya festîvalê de dê gelek çalakiyên cihêreng ên wekî konser, atolye û panel bên lidarxistin. Digel ku ji bo çalakiyê dikên mezin tên amadekirin, dê bi sedan kes jî bên peywirdarkirin.
Çanda bajêr tê de tune ye
Nebûna tu hunermendekî Kurd di bernameya festîvala îsal de bal kişand. Her wiha, di bernameyê de tu çalakiyên ku dîrok, çand an jî zimanê bajêr bidin der, di bernameya festîvalê de tune ne.
Hat ragihandin ku lêçûna texmînkirî ya festîvalê 800 milyon TL ye. Beşeke girîng a vê budçeyê ji bo hunermendan û şîrketên pergalên dik, deng û ronahiyê, ekranên LED, binesaziya elektrîkê, koordînasyona ewlehiyê, plansaziya veguhastinê û weşanên zindî, hatiye veqetandin.
Ajansa Kalyonê
Karûbarên teknîkî û lojîstîkî yên vê çalakiyê dane Ajansa Kalyonê. Hasan Yilmaz, yek ji hevkarên ajansê ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk ên bi desthilatê re tê naskirin, mezûnê Îlim Yayma Cemiyetiyê ye. Ajansê ji dema damezrandina xwe ya sala 2012'an û vir ve, sermayeya xwe ya destpêkê ku 10 hezar TL bû, di nava neh salan de 150 qat zêde kiriye û kiriye 1.5 milyon TL. Di vê heyamê de, ajansê gelek îhaleyên saziyên cemaweriyê girtin. Tenê di navbera salên 2012 û 2019'an de, ajansê bi giştî 26 îhale girtin.
Ajans her wiha bi pêkanîna projeyên danasînê û organîzasyonê yên ji bo kampanyayên hilbijartinê yên AKP'ê û her wiha ji bo Serokomariyê û saziyên cuda yên cemaweriyê tê naskirin. Serokomar, Wezareta Çand û Tûrîzmê, Serokatiya Karûbarên Olî û Wezareta Ciwanan û Werzişê di nav referansên ajansê de cih digirin.
MA







