- Malbatên Barzanî û Talebanî, û PDK û YNK, ji bo berbijêrkirina yekkesî ji bo serokkomariya Iraqê li hev nekirin. YNK dixwaze Berhem Salîh û PDK jî dixwaze Hoşyar Zêbarî bike Serokkomar.
Malbatên Barzanî û Talebanî, û PDK û YNK, ji bo berbijêrkirina yekkesî ji bo serokkomariya Iraqê li hev nekirin. YNK dixwaze Berhem Salîh û PDK jî dixwaze Hoşyar Zêbarî bike Serokkomar. Piştî sala 2003´yan, YNK û PDK´ê li Herêma Kurdistanê bi modela nîvenîv (50 50) desthilat parve kirin. Ew jî weke encama lihevnehatin û şerê navxweyî yê di navbera her du koman de çêbûye. Her du koman li şûna azadî û demokrasiyê, şer hilbijart û bûne hêzên wekîl ji bo dewletên derdorê.
Ezmûna parvekirina post, pere, bazar û pêşmergeyan di navbera du malbatan de xesareke pirr mezin bû ji bo gelê Başûrê Kurdistanê. Gendelî, nakokî, koçberbûn, wêrankirina kerta giştî, feqîrî, bêkarî, tirs û krîza asayîşê, ev hemû bûne encam ji bo wê desthilata tekperest, tekxwaz û bêbext.
Her çar salan carekê, gava li Iraqê hilbijartin tê kirin, hêzên beşdar ti caran li ser program û planên hukûmet guftûgoyan nakin. Belkî, tenê danûstandinê li ser post û pere dikin. Ji ber vê yekê, kêşe û problemên di navbera Bexda û Hewlêrê her didomin û gel ji bûye qurbaniyê vê rewşê.
Ya rastî ew e ku tevahiya nîqaşên PDK û YNK´ê bi Bexdayê re, ji bo post û pere bûye; ne ji bo nîqaşa li ser plan û siyaseta hukûmet û dewletê. Gava ku mijarên girîng jî dibin sedema krîzê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ev her du partî disa tên û dibêjin, lazim e Kurd ji dewleta Iraqê veqetin. Dibêjin, em delweta Kurdî dixwazin ji ber ku Iraq budce û pere nade Kurdan.
Ji xwe rastî ev e ku lazim bû nîqaş li ser plan û siyaseta hukûmeta nû were kirin. Lazim bû xelk bizane ka mefaya beşdarbûna li hukûmeta navendçî ya li Bexdayê çi ye? Tenê hingê xelk dikare bizane ka xeta û sûcê kî ye, heger mijarek derkeve pêş. Me dikarî bibêjin, li ser esasê qanûn û plana hukûmet, kîjan alî xetaker û neheq e.
Lê, ji ber ku ne wisa ye, ji ber ku lihevkirin tenê ji bo post û pere ye, êdî kes heq nake ku piştre rexneyê li siyaseta hukûmeta Bexdayê bike. Heta niha, Bexdayê kêşe ji bo postên Kurd çênekiriye. Çênaka jî. Tenê Hoşyar Zêbarî yê ku ji ber gendeliyê ji karê wezareta maliye hat avêtin, qebûl nake. Bexda pirr baş dizane ku partiyên Kurdan tenê ji bo post û pere dixwazin danûstandinê bikin, ne li ser plan û ajandaya hukûmetê.
Hem Iraq û hem ji Herêma Kurdistanê bi derdên cuda yên weke teror û krîza aborî û xwezayî re rû bi rû mane. Di navbera her du aliyan de bi dehan krîz û problem hene. Niha yek ji wan jî behs û nîqaşa krîzan nake; tenê mijara serokkomar û wezaret û postên dewletê bûne mijarên girîng. Jixwe, zelal e ku YNK û PDK, bi her du berbijêrên xwe Berhem Salih û Hoşyar Zêbarî dixwazin li Bexdayê posta Serokkomar bistînin; ne ji bo çareseriya prisgirekên girîng biçin Bexdayê. Gelê Kurd lazim e zanibe ku ew diçin Bexdayê tenê ji bo berjewendiyên malbatî û partiyên xwe. Di siyaseta wan de ti tişta çê ji bo gel û mafên gel tineye. Belkî, tenê siyaset a berjewendiyên du malbat û du partiyên klîptokrat in. Ew kes û partî û malbat, ti caran xwediyê siyaseteke rast û xizmetkarî gel nebûne. Hertim wekîl û dardestê dewletên dagirker û dijminên gelê Kurd bûne. Mixabin, ev yek rastiyeke tahl û zelal e. Ji wan klîptokrat û malbatên paşverû tiştekî ji vê baştir çênabe.