Bestekarê Awusturalyayî Luke Styles ji metnên kitêba Bahrouz Boochani (Behrûz Boçanî) a bi navê ‘Ji Çiya pê ve dost nînin’ (No friends but mountains) rêzek stran çêkirin. Di vê kitêbê de nivîskar û rojnamevanê ji Rojhilatê   Kurdistanê bi zimanekî helbestî behsa rewşa li girava heps ji bo penaberan re Manusê rave dike. Behrûz Boçanî 2013 heta 2019’an li girava Manus weke penaberên din hatibû hepskirin. Wî karî di dawiyê de mafê penaberiyê ne li Awustralyayê lê li Zelanda Nu bi dest bixe û ji hepsa penaberan xwe xilas bike. 

Ev rêza stranan diviyabû Mijdara bihurî bihata danasîn û eşkerekirin, lê pandemiyê nehişt. Ev stran wê cara pêşî li ser dikê Adara bê li Sidneyê li Myer Music Bowlê zinmdî bê pêşkêşkirin.

Bestekar Luke Styles dibêje, “Fikra ku ez kitêba Boanî weke çavkaniyeke muhtemel a karekî nû bi kar bînim, ya stranbêj Adrian Tamburini bû.” Jixwe , Adrian Tamburini wê van stranan bibêje. 

SYDNEY