• Dibistana mirovên kerr, lal û koran li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e.

Dibistana mirovên kerr, lal û koran li Reqayê hat vekirin. Ev dibistan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e.
Li ser pêşniyazên Komîteya Jinan a Nivîsgeha Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Nivîsgeha Kêmendaman a Meclisa Sivîl a Reqayê, dibistana yekemîn a kesên kerr, lal û kor hate vekirin.
Dibistana Şehîd Beşîr Fîsel El-Hiwêdî di 13`ê Îlonê de vebû. Tê de qederê 120 zarokên kerr, lal û kor hene. Temenên wan di navbera 4 salî heta 14 salî de ye.

Kadroyek perwerdeyê ya pirsporê şopandina kesên kor çavdêriya dibistanê dikin. Hemû endamên tîmê jin in û beriya du mehan di perwerdeya zimanê îşaretan ji bo kesên kerr û zimanê Birêl a kesên kor re derbas bûne.
Çavdêr û endama rêveberiya dibistanê Lana Ehmed têkildarî mijarê dibêjin: “Piştî ku kadroya perwerdeyê di dewreyên pispor re hatin derbaskirin, me dibistan bi derfetên heyî vekir.”

Ji rêveberên dibistanê Lana El-Ehmed bang li aliyên têkildar kir da ku destekê bidin wan ji bo ku karibin siberojekê ji vê çînê re ava bikin. ANHA/REQA