
- Hunermendên kurd li ser êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û serhildana Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. Hunersendan banga piştgiriyê kirin.
Endamên HTŞ'ê û SMO'yê êrîşên taxên kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. 120 hezar zêdetirî kurd ji wir bar kirin, gelek jê hatin kuştin. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî ji dawiya meha borî ve gel li ser peyan e. Heta niha bi hezaran kes di çalakiyan de hatine kuştin. Gelek jê jî ji aliyê dewleta Îranê ve hatine girtin.
TEVÇAND Ewrûpa û Hunera Mizgîn li ser van her du bûyeran daxuyanî dan.
Va ne hin nîşeyên ji daxuyaniyê:
- Bi van êrîşan rê li ber komkujî û koçberiyan vedikin. Dewletên serdest ji bo lihevkirinên xwe yên bêpîvan û dagirkirinê, dixwazin vî gelî careke dikin bikin qurban.”
- Rihê yekbûnê di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de derket, diyar kir ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, ne tenê bi sînorên çêkirî, sînorên partî û rêxistinan jî derbaskirin û bi yek rihî, yek helwestê li hemberî hovîtiyê sekinî. Ev nîşaneya ku qedera kurdan li her deverê bi hev ve girêdayî ye loma helwest jî yek e.
- Em bi vî rihî, bang li hemû gelên xwe dikin, di serî de hunermend, rewşenbîr û bîrewir, bi vê helwesta neteweyî û şanaz, em beşdarî çalakiyan bibin û li kêleka gelê xwe rawestin.
- Li hemberî tehdîdên talanê yên HTŞ'ê û Tirkiyê yên li ser Rojava û ji bo azadiya gelê xwe li Rojhilat, divê hunermend çalak bin û di serkêşiya vê dema nêzik de cih bigirin ku ne tenê qedera miletê me, ya herêmê bi giştî rastî gefên herî dijwar tê.
- Ji bo wê; di serî de çalakiya ku wê di 19'ê mehê de li Berlîn û Bonnê li hemberî hatina Serokê HTŞ'e Colanî ya ji Almanyayê re û di 17 û 25'ê mehê de ji bo azadiya gelê me ya li rojhilatê Kurdistanê, divê ne tenê li ser medyaya dîjîtal li qadan jî em sekna hunermendan nîşan bidin. Bijî berxwedana gelê me. Yekbûn azadiyê tîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Tara Resûl; ‘Rojava bi tenê nahêlim’
Hunermenda navdar a Kurd Tara Resûl bi rêya hesaba xwe ya medyaya civakî Facebook’ê piştgiriya xwe ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê nîşan da.
Peyama Tara Resûl wiha ye;
“Gelê Rojava, piştrast bin ku ez we nahêlim. Çawa ku ez di germahiya şerê li dijî terorîstan û dijminên Kurdan de bêtirs û dudilî hatim Amûdê, Qamişlo û Helebê, min ji bo wan konser dan û stran gotin. We jî bi keyfxweşî, germî û çepikan pêşwaziya min kir. Bawer bin ku ez ê dîsa bi heman coşê vegerim cem we, serdana we bikim; bextewarî û serkeftina we pîroz bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN







