
Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) li Dêrsimê bi armanca zindîhiştina Kirmanckî, veguhestina wê ji nifşên pêşerojê re û teşwîqkirina bikaranîna wê di jiyana rojane de, ji bo zarokan atolyeyekê li dar dixe. Kirmanckî di Atlasa Zimanên Cîhanê yên di Xetereyê de ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de di nav zimanên ber bi tunebûnê ve de ye. Windabûna Kirmanckî her wiha dibe sedema zêdebûna asîmîlasyonê û hilweşîna çandî.
Komxebata ku ji hêla DAD'ê ve dê ji bo zarokên 6 heta 13 salî bê lidarxistin, perwerdehiya pêşxistina kapasîteya axaftinê bi rêya rahênanên pratîkî, ligel kapasîteya xwendin û nivîsandinê pêşkêş bike. Atolyeya ku dê li avahiya DAD'ê bê lidarxistin, dê her Duşem û Çarşemê saet 10:00'ê sibehê heta dawiya Tebaxê pêk were. Qeydên ji bo komxebatê didomin.
Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtina Dêrsimê ya Îzmîrê û mamosteyê atolyeyê Hasan Alî Kiliç, banga beşdarbûnê kir.
‘Ev kêmasiya me hemûyan e’
Kiliç anî ziman ku Dêrsim warê Xizir û cihên pîroz e û got: "Felsefeya Rêya Heq li van axan derket holê. Mezinên me ev felsefe li vir parastin û ew wekî mîrateyekê ji me re ma. Werin em vê mîrateyê bidin jiyandin û veguhêzînin zarokên xwe. Em dikarin vê felsefeyê herî baş bi rêya zimanê xwe yê zikmakî bidomînin; lewma divê Kirmanckî li ser axa Dêrsimê geş bibe û pêş bikeve. Di salên dawî de, zimanê me hatiye paşguhkirin û têra xwe nayê axaftin. Ev kêmasî ya me hemûyan e, ya gelê Dêrsimê ye. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî napeyivin. Ji ber vê yekê, em dixwazin di mehên havînê de, dema ku dibistan girtî ne, zimanê xwe yê zikmakî hînî zarokên xwe bikin. Ev mîrate berpirsiyariyeke li ser milê me ye û erkê me ew e ku em wê veguhêzînin zarokên xwe."
MA/DÊRSIM







