• Şirketek xwe amade dike materyalên nû ji bo hînkirina Kurmanciyê biweşîne. Lîstikên înteraktîf, filmên kartûn, kitêb û lîstikên ji bo hînkirina Kurmanciyê wê 23´yê Tebaxê li Amedê bên danasîn.

Şirketeke nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwaze bi lîstikên înteraktîf, kitêb, lîstik û filmên kartûn Kurdî hînî zarokan bike. Şirketa bi navê Erkam Soft, 23´yê Tebaxê wê bernameya xwe li Amedê eşkere bike.
Li gorî menejerê giştî yê şirketê Behmen Dogu, şirket difikire ber bi Stenbol û Hewlêrê ve karê xwe berfireh bike.
Behmen Dogu dibêje, “Kurdên ku bi zimanê xwe yê dayikê li Tirkiyeyê dipeyivin û dinivîsin, kêm in. Zarokên Kurd li Tirkiyeyê dûrî zimanê xwe mane, ji ber ku perwerde li wir bi Tirkî ye. Tevî ku ev sedema sereke ye, dêûbavên weke min jî divê ji ber xemsariya xwe bên gunehbarkirin. Zarokên me yan bi Kurdî napeyivin, yan jî hinekî bi Kurdî dizanin.”
Ev jî bûye sedem ku ew projeya xwe bide destpêkirin. Wî şirket destpêka 2019´an damezrandiye. Halê hazir li 30 kes dixebitin. Ew ê materyalên bi Kurmancî, Tirkî û Ingilîzî hilberînin. Armanca wan jî ew e, ne ku tenê Kurdî hînî zarokan bikin, lê belê her wiha çanda Kurdan jî bidin nasîn.

Bêjan wê hîn bike

Di bernameyê de karakterekî sereke heye bi navê Bêjan. Ew keçeke 8 salî ya ji Batmanê ye. Ew di nava demê re jî dikare geştê bike û biçe cih û demên cihê ji bo ku cihwarên dîrokî ji bo Kurdan girîng bibîne û behsa bûyerên ji bo Kurdan girîng bike li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.
Karakterên din ên di bernameyê de jî hemû xwedî navên Kurdî ne û ev nav jî hêmanên xurt ên çanda Kurdî nîşan didin. Behmen Dogu li ser mijarê dibêje, “Mirov dikare li stranên Kurdî û yên gelêrî, her wiha çîrok û serpêhatiyên Kurdî bihisîne. Bi ser de jî mirov dikare mekanêîn dîrokî jî bibîne.”
Herçî filma kartûn Bêjan e, li gorî Behman Dogu, ew ê “weke pirekê di navbera zarokên Kurd de bi kêr bê û di heman demê de jî di navbera wan û zarokên miletên din de jî bibe pirek. Zarokeke Brezîlî yan jî Ingilîz jî wê kêfa xwe ji temaşekirina wê re bîne.” Erkam Soft hêvî dike ku bi Netflixê re peymanekê mohr bike da ku bernameya xwe bigihînin temaşevanên li seranserê dinyayê. 

Ne tenê film her wiha lîstik

‘Bêjan’ ji bilî filma kartûn wê di lîstikeke online de jî karaktera sereke be. Lîstik wê li ser AppStore û Google Playê bi Kurmancî, Tirkî û Ingilîzî bê belavkirin.
Ji bo lîstika kompûterê Behrem Dogu dibêje, “Zarok hem wê kêfa xwe pê bînin û hem jî hînî tiştên li gorî temenê xwe bibin. Ev alîkariya zarokan bike hînî Kurdî jî bibin.”
Ev ê jî bibe lîstika pêşî ya bi vî rengî ya bi Kurdî ya ji bo telefonên destan. Kitêbên ji bo zarokên beriya dibistanê di nava Tebaxê de bên weşandin, û lîstik jî wê paşê bên çêkirin.

Dewlet bigire jî online wê dewam bike

Behmen Dogu ji bo siyaseta dij Kurdî ya dewleta Tirk jî dibêje, “ev der Tirkiye ye. Hikûmet destûra tiştekî dide, lê dibe ku piştî bi du mehan wê bigire.”
Lê heger Enqere şirketê bigire jî, Behmen dibêje, Enqere şirketê bigire jî, projeyên wan ên online wê dewam bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN