Li navçeya Rizgarî ya Germiyanê pêr peykerê Dayik ê li yek parkên li ser riya navbera Rizgarî û Kifrî ye, hate pêşandan.
Rêveberê Îdareya Germiyan Selah Kiwêxa, Rêvebera Navçeya Rizgarî Sirwe Mihemed û xizmên kesên hatine enfalkirin di merasîma rakirina perdeyê li ser peykerê Dayik de amade bûn. Peyker weke sembola kesên hatine enfalkirin hatiye çêkirin.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina qurbaniyê Enfalê destpê kir. Piştre Rêveberê Îdareya Germiyan Selah Kiwêxa, Rêvebera Navçeya Rizgarî Sirwe Mihemed û Peykersaz Asoz Selah axivîn.
Di merasîmê de ji ber çêkirina peyker spasiya Peykersaz Asoz Selah hate kirin. Perde ji aliyê çend jinên ku xizmên wan di enfalê de bûne qurbanî hate rakirin.

GERMIYAN