• Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nabînin kursa onlîne a Kurmancî çêdike.

Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nabînin kurseke taybet a ji bo hînbûna Kurmancî vekir. Bi giştî 28 xwendekar beşdarî kursê dibin û kurs li ser înternetê bi rêya vîdyoyê tê çêkirin.

Bi berbelavbûna vîrûsa koronayê re Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê) dest bi dersên online yên Kurmancî û Kirmanckî kiribû. Piştî ku serlêdan zêde bûn, ji bo kesên nabînin jî kurseke Kurmancî ya taybet hate vekirin.

Kursa Kurmancî ya ji bo kesên nabînin, 17’ê Tîrmehê bi awayeke onlîne dest pê kir û heta 3 mehan berdewam bike. Ji Kurdistan, Ewrûpa û gelek bajarên Tirkiyê 28 xwendekar tev li kursê dibin. Kurs her hefte rojên înê di navbera saet 20.00-22.00’an de pêk tê.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûb Sûbaşî dibêje, cara ewil kurseke bi vî rengî çêdikin û wiha pê de diçe: “Ev ji bo me destpêkek e, lê ji bo siberojê dibe ku bibe sedema xebatên din ên ji bo astengdaran bi  giştî. Em dixwazin materyalên dersê ji bo van dersan amade bikin.”

KADRÎ ESEN/MA