• Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû ji bo dengbêjên nû perwerde bike li Wanê dîwanxaneyek vekir.

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû yê Colemêrgî, li Wanê malek kiriye dîwanxaneya dengbêjan. Di vê malê de 6 kesan perwerde dibîne. Dengbêj Îsmaîl vê malê wekî dîwanxaneya dengbêjî bi nav dike û nav vê jî bi kelûpelên Kurdî xemilandiye. Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû ji bo vekirina dîwanxaneyê dibêje ‘’Xeyala min bû’’ û wiha pê de diçe: ’’Vekirina dîwanxaneyê û hînkirina ciwanan a çanda dengbêjiyê xeyala min bû. Niha ji bo pêkanîna xeyala xwe gavên destpêkê davêjim. Beriya demekê ji Colemêrgê hatim Wanê, Min malek kirê kir da ku bikim dîwanxane ji bo dengbêjên nû. Min xweşik xemiland li gorî qeweta xwe kire dîwanxaneyeke dengbêjan. Derdê min ew e ku nifşên nû jî bielimin dengbêjiyê.’’
 
Onlîne jî dersan bide

Halî hazir 6 kesan li vê dîwanxaneyê li cem Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû xwe hînî dengbêjiyê dikin. Lê ji ber şewba koronayê giş nayên cem, hew 2 kes tên dîwanxaneyê. Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû difikire dersên dengbêjiyê bi rêya înternetê jî bide: ‘’Ji ber şewbê tenê 2 xwendekar aktîf tevlî dersan dibin. Ez bawer dikim ku dê ev hejmar zêde bibe û hevalên me di rêya dengbêjiyê de dewam bikin. Em niha di asta pêşxistina dîwanxaneyê de ne. Di demên pêş de em ê gelek ciwan tevlî nav xwe bikin. Di hin rojên hefteyê de jî ez ê li ser înternetê jî awayekî zindî bernameyên dengbêjiyê çêbikim. Ez ji vir bangî hemû malbatê dikim ku zarokên xwe bişînin dîwanxaneyê.”
 
Werin em bi hev re kar bikin

Ji yek ji şagirtan Selman Demîr e. Dengbêj Xelîl Bakozî û Salih Şirnexî tesîr lê kiriye û wî bi saya serê wan dil daye dengbêjiyê. Selman Demîr dibêje: ‘’Min ji stranên Xelîl Bakozî û Salih Şirnexî gelek hez dikir. Dixwazim wekî wan kilaman bibêjim. Ji ber şewbê min dereng serî li vir da. 20 roj in em xwe hîn dikin. Dixwazin ciwanên di emrê min de ne, werin dîwanxaneyê û em bi hev re kar bikin.’’
Şagirtê din Sûat Şeylan jî dibêje: “Ez di rêya Dengbêj Hecî Abdulkerîmê Panosî de dimeşim. Armanca me zindî hiştina dengbêjiyê ye.”  OZLEM YAYAN/MA/WAN