Ji ber sûcê li dijî mirovahiyê tê dadgehkirin

Nûçeyên Cîhan

În 24 Sibat 2023 - 02:26


Holandayê welatiyeke xwe ya bi eslê xwe ji Fasê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtibû û biribû Holandayê. Ev kesa bi navê Hasna Aarab niha tê dadgehkirin ji ber sûcên li dijî mirovahiyê.

Rêveberiya Xweser destûrê dide welatên rojavayî welatiyên xwe yên di nava DAIŞ´ê de bibin, bi şertê ku wan li welatê xwe dadgeh bikin. Di vê çarçoveyê de Holandayê li welatiya xwe ya bi eslê xwe ji Fasê, Hasna Aarab doz vekir, ji ber kolekirina Êzîdiyan û endametiya DAIŞ´ê. Li Elmanyayê berê dozên wiha hatibûn vekirin. Li Holandayê ev cara pêşî ye ku doz li endameke DAIŞ´ê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê tê vekirin.

Ev jin 2015´an tevî kurê xwe yê 4 salî çûbû Sûrî û tevlî nav refên DAIŞ´ê bûbû. Dawiya sala 2022´yan Rêveberiya Xweser ew teslîmî Holandayê kir tevî 10 jinên din ên DAIŞ´î.Roja rûniştinên dozê hîna nehatiye eşkerekirin.

DEN HAAG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.