• Li Etiyopyayê nêzî 2,2 milyon kes ji ber şer û aloziyê koçber bûne. 

Ji destpêka Mijdara 2020'î û vir ve li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, nêzî 2,2 milyon kes ji ber şer û aloziyê koçber bûne. Beşekî mezin ê van mirovan, ji ber şewitandina malên xwe neçar mane herêmê biterikînin.

Gebremeskel Kassa ku ji aliyê hikumeta federal ve ji bo Herêma Xweser a Tîgreyê weke rêveberekî demkî hate wezîfedarkirin, ji qenaleke televîzyonê re axivî û diyar kir ku 2,2 milyon kesî ji ber şer malên xwe terikandine û neçar mane koçî Etiyopya û welatên cîran bikin.

Tê texmînkirin ku heta niha 900 hezar kes li herêma Tîgreyê û 50 hezar kes jî ji ber şer koçî welatên cîran kirine. Lê belê hejmara rastî ji daxuyaniyên fermî gelekî zêdetir e.

Hikumeta Federal a Etiyopyayê, piştî ku di navbera artêşê û hêzên leşkerî yên Eniya Azadiyê ya Gelê Tîgreyê şer dest pê kir, di 4'ê Mijdarê de ketin û derketina herêmê asê kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN