Ji ber germê 16 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 1 Hezîran 2024 - 00:51

Li Hindistanê li bajarê Aurangabad ê eyaleta Bihar ku bajarê xwedî şêniyên herî zêde ye, pileya germahiyê derket 48’an. Malpera nûçeyan a li welat NDTV, diyar kir ku ji ber germahiya zêde di nava 2 saetan de 16 kes mirine. Daîreya Meteorojiyê ya Hindistanê jî hişyarî kir ku li eyaletê di nava 2 rojên li pêş de pêla herî dijwar a germahiyê dê çêbibe. Hatibû diyarkirin ku li paytexta Hindistanê Delhiya Nû, ji ber germahiyê kesek miriye, bi pileya 52,9, germahiya ku heta niha qet nehatiye dîtin hatiye qeydkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.