Ji ‘Belkî’yê sê berhemên nû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Gulan 2024 - 18:45

  • Weşanxaneya Belkî sê berhemên nû çap kir. Ji van berheman yek jê roman û du ji wan jî helbest in.

Romana bi navê “Strî” ji hêla Bêrîvan Karatorak hatiye nivîsandin. Ev roman wê ya yekem e. Beşeke piçûk ji romanê wiha ye; “Zarokan di kolanan de dida pey bêhnê û hewl didan di nav herdu destên xwe de bêhnê zeft bikin. Her ku destên xwe dirêjî bêhnê dikirin, bêhn ji wan bezatir dibû, difiriya. Li ber çavan bû bêhn lê ewqasî jî dûr…”
Helbestvan Ronîrên jî pirtûkeke helbestan a bi navê “Temaşevanên Hêja” nivîsandiye.
Nimûneyek ji helbestên di pirtûkê de li jêr e;

Di tuwaletê de bûm
Zilamê di neynikê de çiqas bêkêf bû, ya star!
Em herdu jî betilîbûn ji kar û ji patronan
Dibe ku di mezel de ew ê dev ji me berdin
Guhên min diêşiyan bi bihîstina gotinên wan:
Em malbat in!
Em ne malbat in

Helbestvan Serdem Atsız jî bi navê “Bezax û Bexş” pirtûkeke helbestan nivîsandiye. Ev rêzêkin li jêr jî ji helbesta “Bezax û Bexş” in;
Keçikê, qesra te bi mêşan neqişandî
Çelê te bi wan re hat birîn
Te hez kir ji pezên bi hirî

Bi çavan, şaxê pelan bipîve
Di hêlana bin dêliya tirî de
Çem ji rezê te diherikî
Kon vede, ji mirîşkên birçî re

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.