- Berdevkê Artêşa Efxanîstanê Xoce Yaya Elawî ragihand DYE ji yek baregeha herî girîng a li Efganîstanê vekişiyaye
DYE'yê ji baregeha hewayî ya li başûrê Efxanîstanê Kandaharê yekîneyên xwe bi temamî vekişandin.
Berdevkê Artêşa Efxanîstanê Xoce Yaya Elawî ragihand DYE ji yek baregeha herî girîng a li Efganîstanê vekişiyaye. Elawî got, ''Ev baregeh bi fermî radestî me nekirine lê dikarim piştrast bikim ku ji baregehê vekişiyane.''
Serokê DYE'yê Joe Bîden nîvê Nîsanê daxuyaniyek dabû, gotibû hêzên Emerîkî heta 11'ê Îlonê wê bi temamî ji Efxanîstanê vekişin.
DYE'yê 2500 leşkerên xwe yên li Efxanîstanê bi fermî 1'ê Gulanê kişandibû. Di çarçoweya peymana dîrokî de ku Sibata 2020'an, di navbeyna DYE'ê û Talîban de hatibû kirin, 1'ê Gulanê Emerîkayê diviya hemû leşkerên xwe vekişanda. Lê rêveberiya Joe Bîden teqwîma vekişandinê taloqî salvegera 20'an a êrişên 11'ê Îlona 2001'an kiribû. Hevalbendên NATO'yê jî bi koordîneya Emerîkayê hêzên xwe ji Efganîstanê dikişînin.
NAVENDA NÛÇEYAN