Ji Anadoludan Gorunumê heta bi Rûdawê

Nûçeyên Forum

Çarşem 13 Çile 2021 - 02:26

FELEMEZ ULUG

MÎT’a Tirk li Bakure Kurdistanê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê lawaz nîşan bide û li ber çavê gel reş bike serî li her rê û rêbaza qirêj a li derveyî exlaqê civakê dide. 

Dewleta faşîst, ji salên 90’î ve li Kurdistanê bi şerê taybet li ser civaka Kurd dest bi dezenfarmansyonê kir. Ev xebata ku bi her awayî dûrî  nirxên civakê ye, bi destê JÎTEM û MÎT’a Tirk di her qada civakê de li ser gel hat ferzkirin û di encama wê de bi deh hezaran kurdistanî bûn mexdûr. 

Wê demê ji hêla endamê JÎTEM’ê Guntaç Aktan bi bernameyên bi navê “Anadoludan Gorunum” ve gelek rastî dihatin berovajîkirin û civak şaş dihat agahdarkirin. Ev kes bi artêşa dagirker a Tirk ve tevlî operasyona dibû û di bernameyên xwe de herdem artêşa tirk mezin dikir û Tevgera Azadiyê jî reş dikir. Ev xebat bi awayekî pisporî ji aliyê daîreya şerê taybet ya artêşa tirk ve dihat rêxistinkirin û rêvebirin. Ev kesê ku bi navê Guntaç Aktan jî wek berpirsê vê xebatê ji aliyê JÎTEM’ê ve bi taybetî hatibû erkdarkirin. 

Gelek gotinên medyaya Tirk ên Kurdan û Tevgera Azadiyê reş dike ji aliyê vî kesî ve cara yekem hatin bikaranîn û gotin. Bi demê re ev kar ji bo her kesê li dijî kurdan, wek adetekê hat domandin. 

Di sala 2014’an de Redhackê gelek belgeyên Cemaeta Gulen eşkere kiribû. Di wan belgeyan de tê diyarkirin ku di nav malbatên welatparêz, malbatên berdêl dane, malbatên dilsozê Tevgera Azadiyê ne û bi taybetî jî malbatên ku zarokên wan tevlî nav refên PKK’ê bûne, xebat bê meşandin. Di heman demê de tê gotin, “Ji bo êdî kes xwe nêzî sazî û rêxistinên Kurdan nekin, pêwîst e ev sazî bên reşkirin”. Her wiha di belgeyan de ji bo malbaten qaşo zarokên wan di nav rafên Tevgara Azadiyê de ne biçin pêşberî saziyên Kurd jî talîmat hene. Li gorî vê talîmatê em ji bîr nekin ku di 26’ê Gulana 2014’an hin malbat bi hinceta zarokên wan tevlî PKK’ê bûne li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya rûniştinê lidarxistibûn. 

Em dibînin ku heman proje niha jî bi awayekî hîn berfirehtir di pratîkê de ye. Vê carê ji ber ku şaredarî hemû hatine dagirkirin, berê xwe dane avahiyên HDP’ê. Malbatên bi talîmatên Suleyman Soylu ên li pêşiya avahiya HDP’a Amedê kom bûne ji bo heman projeyê tên bikaranîn. Dixwazin vê projeyê belavî bajarên Kurdistanê hemûyan bikin. Li Wanê û Colemergê jî malbatên qaşo doza aqûbeta zarokên xwe dikin, çûn pêşiya avahiya HDP’ê. 

Ji bo ev projeya ku bi perspektîfên MÎT’a Tirk û daîreya şerê taybet a artêşa Tirk ve tê meşandin bigihîje armanca xwe hin aktorên din jî ketine dewrê. Bi vê mijarê ve elaqedar nivîskar û rojnamevan Amberîn Zaman li ser zarokên Rojava nivîsek nivîsî. Nivîsa ku di Al-Monîtorê de hat weşandin ji serî heya binî li gorî vê armancê hatiye arastekirin. Li gorî Zaman, li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê YPG û YPJ’ê ve zarok tevlî şer tên kirin. Her çiqas tê zanîn ku rayedarên YPG û YPJ´ê ji bo parastina zarokan peymana Cenevê îmze kirine jî nirxandinên bi vî rengî xizmeta tiştên cûda dike. 

Bêguman ev nivîsa Amberîn Zaman ji bo berfirehkirina projeya MÎT’a Tirk jî bû çavkaniyeke baş. Weke me gotî, ev projeya ku bi awayekî hîn berfirehtir ketiye dewrê, êdî li derveyî sînorê Bakûrê Kurdistanê jî tê bikaranîn. 

Bi taybetî ji bo vê projeyê medya PDK’ê bi awayekî xurt tê bikaranîn. Di roja 4’ê Çile de bi îmzeya qaşo rojnamevan Zanko Burhan di malpera Baasnews a ser bi PDK’ê, nûçeyek derket. Di nûçeyê de tê gotin, 25 zarok ji aliyê PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê hatine revandin. Di vê nûçeyê de ku ji serî heya binî bi agahiyên şaş hatiye hûnandin, hevakariya PDK’ê û MÎT’a Tirk jî derdikeve holê. Dîsa cih û deverên ku dibêjin, zarok lê hatine revandin hemû di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de ne. Li ser binpêkirina mafên mirovan, saziya mafê mirovan bi awayekî birêkûpêk mehane raporan eşkere dike. Di van raporan de behsa komên çete yên zarokan direvînin bi awayekî berfireh tê kirin. Tevî van agahiyan jî alîgirên MÎT’a Tirk ên PDK’î bi israr dixwazin sûc bixin stûyê PKK’ê. 

Bi vê mijarê ve elaqedar, beriya bi çend rojan Rûdawê jî îmze danî bin nûçeyeke derew. Bi vê nûçeyê ve derket holê ku Rûdaw jî di nav projeya reşkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de ye. Li gorî nûçeya Dilbixwîn Dara pêşkeşiya wê dike li bajarê Qamişloyê YPJ’ê keçek bi navê Rewan Elîko revandiye û li ser mijarê bi bavê wê Omran Elîko re nîqaş heye. Bi vê nûçeya ku bi her awayî diyar dibe ku li studyo hatiye amadekirin, dixwazin hêzên mîna YPJ û YPG´ê reş bikin. Bêguman bi vê ve jî ne sînordar e. Di nûçeya xwe de wek ku jimartibe hêjmara zarokên tevlî YPJ’ê û YPG’ê bûne dizanin jî diaxifin û hewl didin ku derewa bi xwe dikin, jê bawer bikin.

Bi van nûçe û hewildanan derdikeve holê ku MÎT’a Tirk ji bo ku vê xebatê di çarçoveyeke berfirehtir de bide meşandin, bi PDK’ê re di nav hevkariyê de ye. Hevkariya PDK û MÎT’a Tirk tê zanîn.

Pêwîst e lîstikên li dijî gelê Kurd, baş bên fêmkirin. Êdî wisa lê hatiye ku dewleta dargirker a Tirk ji bo bigihîje armanca xwe her tiştî feda dike. Hevkariya bi PDK’ê û kesên ku di vê projeya reşkirinê de cihê xwe digrin, êdî bi zanebûn hatine hilbijartin. Lewma pêwîst e, ev hewildanên reşkirinê bi agahiyên rast bên pûçkirin.  

Îcar dema mirov li nûçebêjiya Dilbixwîn Dara dinêre mirov baştir lê serwext dibe ku ev kes îro li Rojava weke Guntaç Aktan ê vê serdemê li ser hesabê MÎT û JÎTEM'ê dixebite.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.