• Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên li ser înternetê ye û a herî mezin e. Di kategoriya wê ya Kurdî de, hejmara gotarên bi Kurdî 30 hezarî derbas kir.
    Weqfa Wîkîmedîayê, li ser serketina Wîkîpedîaya Kurdî peyamek li ser Twîttere belav kir û got:“Di vê mehê de gotarên bi Kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.”

Wîkîpedîayê Kurdî heta niha ji 30 hezarî bêtir gotarên Kurdî li ser Wîkîpedîa zêde kiriye.
Wîkîpedîa yek ji ansiklopediyên li ser înternetê ye û a herî mezin e. Di kategoriya wê ya Kurdî de, hejmara gotarên bi Kurdî 30 hezarî derbas kir.
Weqfa Wîkîmedîayê, li ser serketina Wîkîpedîaya Kurdî peyamek li ser Twîttere belav kir û got:“Di vê mehê de gotarên bi Kurdî yên di Wîkîpedîayê de 30 hezarî derbas kir. Pîroz be, we karekê bêkêmasî derxist holê.”

A herî zêde Ingîlîzî ye
Her wiha li gorî daneyên Tebaxa 2019’an a Wîkîpedîayê, zimanê Kurdî bi 721 hezar û 599 peyvan, bû zimanê 9’emîn ê xwedî peyvên herî zêde yên cîhanê.
Di Wîkîpedîayê de, kategoriya herî zêde ya gotaran Ingîlîzî ye. Di kategoriya Ingîlîzî ya Wîkîpedîayê de 6 mîlyon, 120 hezar û 795 gotar hene.

NAVENDA NÛÇEYAN