Jina Îtalî a bi navê Alice Brignoli, ji wan çeteyên DAIŞ´î ye ku hêzên QSD´ê li Baxozê ew êsîr kiribûn. Mêrê wê Mohamed Koraichi yê bi eslê xwe ji Mexrebê, di hepsê de li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber nexweşiyeke vegir, meha bihurî miriye. Rayedarên Îtalî bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan Alice Brignoli gava ku wan ew aniye Îtalyayê ji ber endametiya DAIŞ´ê girtiye. Ew sala 2015´an tevî mêrê xwe û hingê 3 zarokên xwe yên piçûk bi erebeyê ji bajarê Mîlanê çûbû Sûriyê da ku tevlî nav refên DAIŞ´ê bibe. Niha tevî wan hersê zarokan û zarokeke wê ya li Sûriyê ji dayik bûyî, rayedarên Îtalî li ser biryareke dadgeheke zarokan, ew birin Îtalyayê. Rayedaran got, Alice Brignoli wê bi sûcên terorîzmê bê tohmetbarkirin. Zarokên wê yên niha 11, 8, 6 û 4 salî bi xwe, niha di stargehên dewletê de ne.
MÎLANO