Piştî çinîna zebze û fêkî, amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin. Li gundê Piremîra yê ser bi Qoserê jin ji bo ava firingiyan û îsotan çêkin, dişixulin. Nexasim ava îsotan a vê deverê bi nav û deng e. Axir cotyarên gundî, ji ber îxracnekirina îsotên xwe bi gazin in, lê ava frengî û îsotan çêdikin.

MÊRDÎN