• Festîvala Filmên Kurd a Londonê ji pêr ve kurtefilman nîşan dide û bi derhêneran re sohbetê dike. Ew îsal xwe bi Londonê teng û asê nake, online di ser kanala xwe ya Youtube ew li her kesî vekiriye.

Festîvala Filmên Kurd a Londonê (LKFF) îsal online xwe digihîne her mekan û kesî. Bernameya festîvalê pêr online dest pê kir û wê heta 24´ê mehê jî dewam bike. Ne tenê film, kurte film û belgefilm tên nîşandan, di heman demê de sohbetên zindî yên bi derhêner û sînemavanan re jî. Pêr derhêner Yilmaz Ozdil, Derhêner Savaş Boyraz, derhêner Birwa Vahapour, û aktorê filma Birayê min Amal Qadir Talabanî jî piştî nîşandana filmên xwe bersiva pirsan dan û beşdarî sohbetê bûn.
LKFF di nava 18 salan veguherî markayekê di sektora sînemaya Kurdistanê de. Wê karî ji çar parçeyên Kurdistanê nûneran di nava xwe de bihewîne û bi vê yekê xizmeta yekîtiya Kurdan kir. Ew îsal bi LKFF a 11´an xizmeta sînemaya Kurdî bi rengekî din jî dike; filmên xwe online heta 24´ê Tebaxê digihîne her mekan û kesî. Yanî hem kesên ji elaqedarî sînemaya Kurdî ne dikarin li wan temaşe bikin, hem jî her kesa wê kêliyê hez dike, li ku derê dibe bila bibe, heger înterneta wî hebe di ser kanala LKFF´ê ya youtube zindî li filman temaşe bike. Filmên weşandî, li ser kanalê wê heta festîval biqede jî bimînin. Her wiha sohbetên bi derhêner û sînemavanan re jî. Pêr wê bi sernavê Beyond Border (Ji sînoran û wêde), kurte filma Barê Giran a Yilmaz Ozdil, kurtefilma Şowan a derhêner Bijan Zarîn, filma Birayê min Amal a derhêner Christopher Wollebekk, kurte filma Dêûbavên Rojbûnê ya derhêner Savaş Boyraz û kurtefilma Şivan a derhêner Birwa Vahapour hatin nîşandan.
Doh jî film, belgefilm û kurtefilmên, Dilê Reqayê, Heval, Wendakirî, Tu dihisînî dayê? û Yar tên nîşandan.

Îro xemrî ye

Bernameya îro ya festîvalê xemrî ye, filmên li ser jinan tên nîşandan. Jixwe navê vê beşê “Jin di filmê de” ye. Kurtefilma The Sprinkle (Hûrbaran) a derhêner Volkan Uludag 21 deqîqeyan dirêj e. Belgefilma “Ji bo kamerayê” ya derhêner Mostafa Shahrokhi jî 22 deqîqeyan dîmenên malbateke Kurd nîşan dide. Kurtefilma Ziwan a derhêner Kaveh Jahed 14 deqîqeyan behsa roja bûkçûna Ziwanê dike. Kurtefilmeke anîmasyon a li ser şervana YPJ´ê Rihanê bi navê Rihan, 15 deqîqeyan wê bê nîşandan. Franck Petita film hilberandiye û zimanê filmê Kurdî ye. kurte filma derhîner Zhîno Hadî ya bi navê “Rojek le rojan” 10 deqîqeyan behsa Dunyaya 17 salî dike ku apê wê dest diavêhjiyê. Kurtefilma Ba Birdû ya derhêner Sîaveh Saed Panah 7 deqîqeyan behsa jineke pîr dike ku zarokatiya xwe û xewnên xwe bi bîr tîne.
Mijarên festîvala îsal hemû, ev in: Ji sînoran û wêde, Têkoşîn dewam dike, Jin di filmê de, Di ekranê de şer, Carekê ji caran li Kurdistanê û Di filman de zarok.

50 film namzetên xelatan in

Di festîvalê de bi giştî deh rojan film tên nîşandan. Yanî bernameya dawî ya 24´ê Tebaxê ye. Wê rojê kurtefilma Pantor a derhêner Tahsîn Ozmen, kurtefilma Wesyet a derhêner Kamiran Betasî, kurtefilma Ez bi ser bajêr de dibarim a derhêner Kasim Ordek, kurtefilma Kitika min a derhêner Îmad Mahmadany û kurtefilma Masiyên difirin a derhêner Mohammad Towrivarian tên nîşandan.
Îsal bi giştî 50 film online tên nîşandan. Piştî weşana zindî ya filman, bernameyên pirs û bersivê, hevpeyvîn û dersên hostekaran hene. Promiyerên online û çalakiyên festîvalê ji kesên li Ingilîstan û seranserê dinyayê re bi rêya kanala youtube ya LKFF´ê, bêpere ye. Pêşbirkên festîvalê û xelat jî dewam dikin; juriyên festîvalê îsal Xelata Yilmaz Guney ya Kurtefilma Herî Baş, Masiyonên Taybet ên Juriyê û Xelata Rûmetê ya LKFF MC´yê didin.

Pêrar diyarî Şehîd Firaz Dag kirin

Festîvala Filmên Kurd a Londonê, weke festîvala yekê ya filmên Kurdî tê zanîn. Cara pêşî bi pêşengiya Halkeviyê bi komek mirovên xwebexş festîvalê sala 2001´ê dest pê kir. Di festîvala 10´an de ku Nîsana 2018’an pêk hat, di nava 9 rojan de 10 filmên metraj dirêj, 14 belgefilm û 18 kurtefilm hatibûn nîşandan. Ev festîvala 10´an diyarî Firaz Dag (Mehmet Aksoy) hatibû kirin. Firaz Dag 26´ê Îlona 2017´an li Reqayê di êrişa çeteyên DAIŞ´ê de şehîd bûbû. 

 

Online nekirin betal kirin

Hate ragihandin ku Festîvala Filman a Navnetewî ya Silêmaniyê ya 5´an îsal ji ber şewba vîrusa koronayê neyê lidarxistin. Komîteya amadekar a festîvalê bi daxuyaniyekê ev yek eşkere kir. Mirov bivê nevê ji xwe dipirse, di vê serdema ku dersên dibistanan jî online hatin kirin, çima komîteya amadekar a festîvalê nexwest festîvalê online li dar bixe.

NAVENDA NÛÇEYAN