Iraqê Tirkiye hişyar kiriye

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 19 Çile 2023 - 01:47

  • Serokkomarê Iraqê yê Kurd Ebdulletîf Reşîd li Davosa Swîsreyê ji çapemeniya Başûr re got, Iraqê fermî ji Tirkiyeyê re gotiye, heta ku ew serweriya Iraqê binpê dike, ne mumkin e peywendiyên Iraqê bi Tirkiyeyê re normal bibin.

Hikûmeta Iraqê û rayedarên dewletê ji dewleta Tirk re gotin, heta ku dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike, wê peywendiyên Iraqê bi Tirkiyeyê re asayî û normal nebin.

Serokkomarê Iraqê yê Kurd Ebdulletîf Reşîd li Davosa Swîsreyê ji çapemeniya Başûr re got, Iraqê fermî ji Tirkiyeyê re gotiye, heta ku ew serweriya Iraqê binpê dike, ne mumkin e peywendiyên Iraqê bi Tirkiyeyê re normal bibin. Serokkomarê Iraqê di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Dinyayê li Swîsreyê ye.

Ebdulletîf Reşîd got, Iraq Tirkiyeyê weke welatekî muhim ê cîran dibîne û pê re gelek berjewendiyên hevpar jî hene, lê belê binpêkirina serweriya Iraqê veguheriye pirsgirêkeke cidî di navbera her du welatan de.

Ebdulletîf Reşîd got, “Ez ji we re rastiyê bibêjim, helwêsta Tirkiyeyê di warê ketina nava erdên Iraqê de, çi bi artêşê û çi jî bi balefiran, kir ku hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê û miletên Iraqê û Kurd şerm bikin. Ew hemû van binpêkirinan red dikin.”

 

Min bi xwe jî ji nûnerên Tirkiyeyê re got

Ebdulletîf Reşîd got, cara dawî gava wî nûnerên dewleta tirk dîtin, wî bi xwe jî ji wan re gotiye, heta ku sînorên Iraqê tên binpêkirin, ew nikarin peywendiyan normal bikin.”

 

Piştî komkujiya Perexê gilî kirin

Dewleta Iraqê tevî ku bi salan dewleta tirk sînorên wê binpêkirin, hîna nû Tîrmeha bihurî piştî komkujiya Perexê ya li Zaxoyê, giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî kiribû. Wezîrê Karê Derve yê Iraqê yê hingê Fûad Hiseyîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re peyivî bû û gotibû, li pişt êrişên daimî yên dewleta Tirk siyasetên dagirkeriyê hene.

 

MÎT´ê gef li Iraqê xwarin

Du mehan piştî vê êrişê, musteşarê istîxbarata Tirk Hakan Fîdan çûbû Bexdayê û bi rayedarên Iraqî re peyivî bû. Hakan Fîdan qaşo gotibû, ew rêzê ji serweriya Iraqê re digirin, lê di heman demê de jî gef li rayedarên Iraqê xwaribû. Li gorî çapemeniya Iraqê ya hingê ji meseleyê haydar, Hakan Fîdan gotibû, heta ku PKK li nav erdên Iraqê heye, dewleta Tirk jî wê şerê xwe li nav erdên Iraqê dewam bike. 

Li gorî hejmarên fermî yên Iraqê dewleta Tirk heta niha 22 hezar caran sînorên wê binpê kirine. Iraqê jî 296 caran ji ber van binpêkirinan nerazîbûna xwe ragihandiye aliyê Tirk. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.