Însîyatîva Hunermendan: Dijî dagirkeriyê rabin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 18 Îlon 2024 - 15:50

  • Înîsiyatîfa Hunermendên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bang li hunermend, rewşenbîrên Başûr û pêşmergeyan kir ku dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Bi navê Însîyatîvê hunermend Xelîl Xemgîn got,’’Yekîtî rabûna dij dagirkeriyê ye.’’

Xelîl Xemgîn anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî, siyasî, dîplomasiyê û di heman demê de bi hevkarên xwe li gel rejîmên Iraq, Îran û Sûriyeyê li ser bingeha konsepta tinekirinê ya li dijî gelê Kurdistanê êrîşên xwe dewam dike û got, 
Bi navê Însîyatîvê hunermend Xelîl Xemgîn tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist, diyar kir rojeva sereke ya gelê Kurd tecrîda li ser Rêber Ocalan e, sedema şer û krîzan tecrîd e û ji ber sedema şer û tecrîdê li her devera Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê Kurd têne rêvebirin. Xelîl Xemgîn got,’’Bi taybetî dewleta Tirk li her deverê vî şerî dewam dike. Em vê tecrîda li ser Rêberê xwe ti carî qebûl nakin û em hunermendên Kurd bi kar û çalakiyên xwe em ê piştgiriyê bidin pêngava dostên gelê Kurd ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dane destpêkirin. Daxuyanî û şermezarkirin têra şikandina tecrîdê nakin, li her qadê divê hunermendên gelê Kurd tevlî pêngavê bibin.’’
Bi hevkariya PDK’ê Tirk dernakevin
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate bibîrxistin, bang li gel, hunermend, rewşenbîr û pêşmergeyan hate kirin û hate gotin,’’Ji ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dewleta Tirk wê ji Başûr dernekeve, armanca wan xwe gihandina Kerkûk û Mûsilê ye. Cîhan tev bi vê zane, gelo PDK pê nizane? Li Rojava, li Bakur her roj kuştinên li dijî mirovahiyê têne kirin, zarok jî têne qetilkirin. Ji bo tinekirina gelê Kurd eniya xiyanetê ketiye dewrê.’’
Yetîkî rabûna dij dagirkeriyê ye
Xelîl Xemgîn bi domdarî bal bire ser sedema pêknehatine Yekîtiya Netewî û got,’’Hûn dizanin bê ka çima yekîtiya neteweyî pêk nayê, kî heta niha bûye asteng? Yekîtî tê wateya rabûna li ber dagirkeriyê.’’ 
Bi navê Însîyatîva Hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn bang kir ku her kes li dijî dagirkeriya Tirk derkeve, û got,’’Divê kes bêdeng nemîne, ev welat welatê me ye, ti tiştekî dewleta Tirk li wir nîne. Kurdên li wê derê xwişk û birayên me ne, ew der welatê Kurdan e. Em Kurd yek in.’’
Divê gelê me bêdeng nemîne
Di daxuyaniyê de bi domdarî hate diyakirin serkeftin wê ya gelê Kurd be û hate gotin,’’Em yekîtiya xwe xurt bikin, bendewariya me hunermendan ya ji gelê me ev e. Bi taybetî xelkê Başûr divê li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne."ANF

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.