
- Hunermendên jin ên ji bajarê Qamişloyê, destnîşan kirin ku hunermend şoreşgerên gel in, lewma ew jî tevlî seferberiya giştî dibin û tekez kirin ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike.
Rêveberiya Demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê bi awayekî hovane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê seferberiya giştî bi daxuyaniyek ragihandin. Di daxuyaniyê de banga “Tevlî cenga parastina rûmetê bibin” hat kirin. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), bi daxuyaniyek ragihand ku bi rihê şerê gelê şoreşgelî hunermendên wê dê tevlî seferberiya giştî bibin.
Jinên hunermend ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re anîn ziman ku ew jî tevlî seferberiya giştî dibin. Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Rojavayê Kurdistanê Sumeya Mihemed tekez kir ku ew bi hêz û gelên xwe bawer in û wiha got: “Gelê Kurd koletiyê û zilmê qebûl nake. Em jî wekî jinên hunermend, li kêleka hêz û gelê xwe ne. Em tu car biryara rêxistina xwe naşkênin, em ji gel û hêza xwe bawer in. Hunermend şoreşgerên gel in, heta dawî emê xwedî li gelê xwe derkevin.”
‘Îro roja hebûnê ye’
Hunermend Nesrîn Botan da zanîn ku ew wek hunermendên jin piştgiriya gel û şervanên xwe dikin û wiha pê de çû: “Em di nava gelê Rojava yê Kurdistanê de ne. Çi were ser milê me, em wekî hunermend amade ne. Ji 6` Çileyê ve, êrîşên giran li ser gelên me tên kirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê, seferberiya giştî bi daxuyaniyekî ragihandin. Em jî wekî hunermendên jin tevlî seferberiya giştî dibin. Banga me ji bo her çar aliyên Kurdistanê ku rabin, piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. Rojavayê Kurdistanê di bin qirkirinekî de derbas dibe. Îro roja hebûnê ye. Her kes çek rake û li pişta şervanên xwe bin heta ku em Rojavayê Kurdistanê azad bikin.”
‘Em serî natewînin’
Hevseroka Komîna Muzîkê ya Cizîrê Newroz Silêman jî, bal kişand ser hewldanên qirkirina çanda Kurdan. Newroz destnîşan kir ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike û hêrsa xwe wiha anî ziman: “Em wekî jinên hunermend di her kêliyek de li ser piya ne, em serî natewînin. Em wekî jinên hunermend helwest, deng û qêrîna xwe ya hunerî bighînin tevahiya cîhanê ku tu kes nikare çanda gelê Kurd qir bike.”
NEXEM ÇAÇAN /JÎNHA/QAMIŞLO
* * *
Hunermendên NÇM’yê êrîş şermezar kirin
Gelek hunermendên NÇM’ê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser gelê Kurd ê Rojava peyama piştgiriyê dan û êriş şermezar kirin.
Êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser gelê Kurd berdewam dikin. Li dijî van êrişan li çar aliyê Kurdistanê û Kurdên li çar aliyê cîhanê li ser pêyan in. Hunermendên Kurd ên NÇM jîbi vîdeoyekî piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kirin, êriş şermezar kirin û berxwedana Rojavasilavkirin.
Va ye daxuyaniya NÇM’yê ji bo êrîşîn li ser Rojava;
Êrîşên ku bi destê bermayiyên DAIŞ’ê ve li ser her du taxên Kurdan ên Helebê hatin kirin, biawayekî aşkere provayek in ji bo komkujiyêke etnîkî.
Ev êrîş di heman demê de hewldana bidestxistina rovanşa berxwedana Kobaniyê ne. Di vêpêvajoyê de ku Rojhilata Navîn carekê din vediguhere gilokekê agirîn, nayê qebûlkirin ku biawayekî fermî û ferşendperestane destekaftiyên gelê bên hedefgirtin û ji bo xespkirina vandestkeftiyan van destkeftiyan hewldaneke hebe.
Yên bêdeng dimînin jî şirîkê vî sûcî ne!
Piştî daxuyaniya Rêzdar Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, di 10ê Adarê de peymanek hatibûîmzekirin û bi vê yekê ji deriyê çareseriyê û diyalogê hatibû vekirin. Lê belê ev hişmendiyaku dijminatiya aştiyê, demokrasiyê û azadiya jinê dixwaze ku bi van êrîşan ve pêvajoyêsabote bike. Ev helwest ne tenê ji bo gelê Kurd, lê her wisa ji bo hemû pêkhateyên civakî yênSûriyeyê jî gefek e. Gelê Kurd wekî hemû gelên cîhanê jiyaneke wekhev û azad dixwaze; ne jê kêm ne jî jê zêde, tenê wekheviyê dixwaze. Diyar e ku ev tiştên ku pêk hatin, provokasyonên zelal in li dijî pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk ku li Tirkiyeyê hatibûdestpêkirin. Bi zanebûn dikin ku gelê Kurd bi giştî û bi navê şer û pevçûnan, ji bo vê yekê jihesasiyetên gel dilîzin û wan pêş pêş dikîn. Berpirsyariya van êrîşan ne tenê HikûmetaVeguherîn a Sûriyeyê ye; hemû welatên ku li hemberî van bêdeng dimînin, ew jî şirîkên vîsûcî ne. Gelê Kurd ê ku li dijî çeteyên DAİŞê têkoşîneke bêheman dabû, berpirsyariyekewijdanî ya tevahiya cîhanê heye beramberî vî gelî.
Em weke hunermendên carekê din radigihînin ku em aştiyê, wekheviyê û azadiya jinêdiparêzin û li gel van nirxan in. Hêvî û baweriya me dê her parastî û berdewam be ji boavakirina sîstema siberojê wekhev û azad ku tê de dayik zêmaran nabêjin, gel û bawerî bi hevre di nava aramiyê de bijîn.
Bijî Berxwedana Rojava! Bijî xwişkîtî û biratiya gelan! Jin, Jiyan, Azadî!
NAVENDA NÛÇEYAN







