
- Şerê li Rojavayê Kurdistanê her diçe gurtir dibe. Li çar parçeyên Kurdistanê û her wiha dîasporayê Kurd radibin ser piyan û dibêjin; “Em li pişta şervanên xwe ne û em ê Rojava bi tenê nehêlin.” Li hêla din hunermend jî helwestên xwe eşkere dikin û didin zanîn ku ew bi doza welatê xwe re ne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên DAIŞ’ê û rêveberiya demkî ya Sûrîyeyê hewl didin qira Kurdan bînin û hemû destkeftiyên Rojava tune bikin. Li ser vê yekê hemû dewlet û çete bi biryar in û dixwazin Kurd bêyî mafekî bixwazin teslîm bibin. Piştî hevdîtina li Şamê General Mazlûm Abdî û hevalên xwe dan zanîn ku heyeta li Şamê bi ti awayî nêzî çareseriyê nebûye û ji wan xwestiye ku teslîm bibin. Li ser vê yekê Mazlûm Abdî got; “Ez bi şerefa xwe dimirim lê rûmeta xwe nafiroşim. Ez ê vegerim Rojava û li gel artêşa xwe banga şerê rûmetê bikim.” Bi vî awayî ji duh de li Rojava bi awayekî giştî şer hate ragihandin û niha xelkê Rojava ji bo xaka xwe şer dike û di çeperan de li ber xwe didin.
Piştî ragihandina şer û nerazîbûna li dijî teslimiyetê Kurd daketin qadan û ji bo xelkê bi xwe bihesînin li hemû deverên cîhanê çalakiyan pêk tînin. Her wiha hunermendên Kurd jî yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê îşaret kirin û li ser hesaben xwe yên medyayî dan zanîn ku ew bi xelkê xwe yê Rojava re ne.
Selîm Temo; dilê min di singa we de lê dide
Bila kes li civakê werêkî, canbazariyê û fedakariyê li ser Kurdan gotineke kin û dirêj nebêje. Çi tiştên ji dest dihat û nedihat, me kirin. Zarokên me çargurçik in; pirpirkên li ser girmilkên "jeneralên tirsonok" şewitandin, dikên tifingên bêseran qurifandin, tang û topên barbaran rûxandin, dêwên hesinî ji asîmanan xistin, bûn "dîwarê qalind li ser singa" dagirkeran. Lê dinya têr û sertêra xwe bênamûs e!
Nabe em rewş û qereketêra dinyayê û şaşitî û bêtevdiriyên xwe bikin sedem û rewşa heyî rasyonalîze bikin. Divê em wekî sedsalsal berê tevnegererin, divê em realîst bin; ev ne xapandin e; derb xwarin e, şikestin e, lê ne têkçûn e. Nabe em dest ji tevdîrê bikeşîn, nabe em bişikên; têkçûna siyasî, leşkerî û ruhî luks e! Kî çi ji dest tê bila di vê roja hawara de bike.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê mirovên zana, bixîret û bişeref in. Bîrewer in. Dizanin çi çi ye. Wê tola xwe/me li erdê nehêlin. Xwişk û birayên Rojavayî, ezgorî, dilê min di singa we de lê dide!
Rênas Jiyan; windakirin, rev û bêhîvîtî tune
Heke rojekê bihar bê vî welatî, -te dî wê ev ne bi xêra bavê zivistanan be, ji mecbûriyê-, wê çaxê lê bigerin hûn ê neynûk û diranên me yên ku ji tekoşînê weşiyane di nav giyê de bibînin. Li pelên berûyan guhdar bikin, ew ê bikenin ji dêvla me.
Windakirîn tune. Rev tune. Bêhêvîtî tune. Devjêberdan tune... Qey heta roja qiyametê wê ji me re hey çep nezîvire. Rojekê wê siûda me lê xe. Rojekê wê Xwedê jî keda me fedî bike...
Mîkaîl Aslan; Rojhilata Navîn vegeriya eslê xwe
Em di pêvajoya aştiyê ya yekemîn de bi hêviyên aştiyê ve hatibûn dagirtin, lê dewletê li serê çiyayên me yên ku nikaribû kontrol bike, kalekol ava dikir. Di dawiya pêvajoya aştiyê ya duyemîn de jî, li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran şehîd dayîn û li hemberî DAIŞ'ê (IŞÎD) me cihên ku bi dest xistibûn, mecbûr hatin radestkirin.
Careke din celadên împaratoriya tarî dan ser me. Îdeala me ya jiyan/jiyandina gelan, olan, çandan û baweriyan bi hev re, li rûyê tund ê Rojhilata Navîn ket. Rojhilata Navîn vegeriya eslê xwe...Lê belê, her çiqas xwîn û hêsirên zêdetir jî hebin, xewnên me, hêviyên me û têkoşîna hebûna me qet nayên bidawîkirin. Dem hatiye ku em birînên xwe derman bikin û hev hembêz bikin. Bi hemû dilê xwe ez li gel birayên xwe yên li Rojavayê me. Yên ku rast in, dereng be jî, dê bi ser bikevin.
Hewraz Mihemed; em ji bo Rojava amade ne
Em ji bo hemû rewşê ya ji bo Rojava amade ne. Em bi dil û can bi xwişk û birayên xwe yên Rojava re ne. Divê bi lezgîn êriş bên sekinadin. Jiyanek aram ji bo gelê me yê Rojava bê dabînkirin. Bi xwînê ew xak hatiye parastin. Xebateke dûr û dirêj ya her çar parçeyên Kurdistanê hatiye kirin. Em xelkê Başûrê Kurdistanê bi dilsozî bi Rojava re ne. Bi dil û can amadene ku her cûre alîkarî bidîn xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê welat.
Hunermendên Bakur; Rojava ne bi tenê ye
Hunermendên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser gelê Kurd ê Rojava dan. Hunermendan êrişên li ser gelê Rojava şermezar kirin û dan zanîn ku gelê Rojava ne bi tenê ye.
Hunermendên ku banga piştgiriyê xwedîderketina li Rojava kirin, ev in: Mûrad Demir, Elî Tekbaş, Kasim Taşdogan, Hunermend Asmîn, Kadîr Çat, Baran Çelebî, Hunermend Rojkar, Gulan Mizgîn, Omer Arîn, Dengbêj Ehmed, Hunermend Marûf, Hunermend Çîçek, Yûsiv Batûr, Bamerd Jan, Nacî Mizgîn, Zerdeşt Yaşar, Ferhad Toprak, Sîmyager, Şêrzat, Şêrko Kanîwar.
NAVENDA NÛÇEYAN







