• Hunermend Osman Hese niha di konekî piçûk de li ser rêyeke Hewlêrê dimîne

Hunermend Osman Hesen bi salan xizmeta hunerê Kurdî kir. Ew niha di konekî piçûk de li ser rêyeke Hewlêrê dimîne. Ji bilî konekî piçûk û motorsîklêtekî, tiştekî wî nîne. Tevî bangan hemûyan jî, heta niha ne hikûmet ne jî sendîkaya hunermendan bi hewara Osman ve neçûne.

Hunermend Osman Hesen ji ber hejariyê, bi hevjîna xwe re di rewşeke xirab de ye. Ne Sendîka û Hikûmet, û ne jî Wezareta Rewşenbîriyê bi hewara wî ve çûne.

Osman Hesen û hevjîna wî niha li ser rêya sereke ya Hewlêr û Koye, di konekî piçûk de dimînin. Divê werza zivistanê de dema ku em çûn serdana wan, me dît ku ji serma dilerizin. Ji bilî konekî piçûk, motorsiklêtek û 2 beteniyan tiştekî wan ê din nîne.

Herçî hevjîna Osman, Suad e, dilê wê nexweş e û pêwîstî bi dermankirinê heye. Hunermend Osman Hesen û hevjîna xwe li benda alîkariyê ne. 
 

ROJNEWS/HEWLÊR