David Zinn bi salan e, li ser peyarêyan karakterên şîrîn xêz dike û bi van kêfa mirovên li kolanê dimeşin tîne. David Zinn bêhtir kortên li ser peyarêyan hildibijêre û hunerê xwe ango îllûzyonên xwe yên optîk di van çalan de îcra dike. Ew carinan berazan, carinan sihor û mişkan, carinan jî beq û kûçikan xêz dike.
Di dema pandemiyê de gelek hunermend mecbûr man di hundirê malê de bimînin û ev rewş li ser hunerê wan bandoreke ne baş çêkir. Lê David Zinn ji xwe re ev rê peyda kir û derûdorê ango peyarê û kolanan di dewsa tuwalê de bikaranî û wêneyên xwe li nav çîmen dîwarên kolanan û kortên peyarêyan xêz kir.
David Zinn dibêje, “Ez kêfxweş im ku
axir, di vî zemanê xerîb de min hin rêyên absûrd ku kêfa me bînin peyda kir. Ez bi şans im ku hunerê min yê tebeşîrê ev fersend da min. Ez dixwazim kêfa mirovan bi vê hunerê bînim. Mirovên li kolanê dimeşin dikarin bi awayekî ewle li hunerê min binihêrin û mesafeya xwe biparêzin.”
David Zinn hurgiliyên hunera tebeşîrê ku ew îcra dike giş nivîsiye û bi navê “Pirtûka Destan ya Hunera Tebeşîrê” pirtûkek jî derxistiye. Ew di vê pirtûkê de “hîlebazî”ya hunera tebeşîrê tîne ziman û îlluzyonên xwe eşkere dike. NAVENDA NÛÇEYAN