Hunerê bi parçeyek kaxiz!

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Îlon 2021 - 02:33

Tenê bi parçeyek kaxiz hûn dikarin çi bikin? Ji parçeyek kaxiz hûn dikarin çi çêkin yan jî jê çi derxin? Hunermendê Fînlandiyayî Juho Konkkola bi rêya hunerê orîgamî ji kaxizan peykerên piçûk çêdike. Ew gava van peykerên piçûk çêdike tenê parçeyek kaxiz besî wî ye. Wekî din ti malzemeya din bi kar naîne û kaxiz bi meqes an jî tiştekî din nabirre. Ew kaxizê ditewîne û bi tewandina wê peykerên xwe yên piçûk çêdike. Destpêkê ew bi kaxizê modeleke “Samuray” çêdike û li ser medyaya civakî ev berhema wî zêde bala mirovan dikişîne. Piştî vê, bala wî bêhtir diçe ser vî karî û herî dawî dîsa tenê ji parçeyek kaxiz peykerekî piçûk yê şovalyeyekî serdema navîn çêdike, ev siwarê hanş ne destevala ye: di destan de şûr heye.

Her çiqasî, li gorî xelkê ev karê ew dike, ne pêkan e jî ew kaxizê qet nabire û ji bo zeliqandina bi hev ve jî ew ti malzemeyê bi kar naîne. Konkkola ji bo tewandina kaxizê demeke dirêj dixebite, hin xebatên wî bi roj û mehan didomin heta bi dawî dibin. Ji bo planê di serê xwe de bibe serî, ew pirr difikire û ji serî ve her tiştî disêwirîne û wiha dest bi karê xwe dike. Ji bo berhema xwe ya dawî, “Şovalyeyê serdema navîn” Konkkola bi tavahî 41 yek saetan xebitiye. Di vîdeoya li ser vî karî de zehmetiya karê wî eşkere dibe.   

Şovalyeyê ku di destê wî de şûr heye, ji nêz ve jî û ji dûr ve jî balê dikişîne ser xwe. Konkkola gava berhemên xwe çêdike, hin desenan jî li ser van berhemên kaxizî çêdike û ji hêla estetîkê ve jî baş difikire. Ji bo şovalyeyê ji kaxizê çêke pêdiviya wî bi 50 tewan çêbûye. 

Konkkola ji bo karê xwe dibêje, “Beriya ez fîgûrên xwe yên orîgamî bisêwirînim, min karên Robert J. Lang û Kamiya Satoshi pirr şopandin û ji wan îlham girt. Van rojan ez bêhtir li ser dîrok, mîtolojî, çîrok û tiştên fantastîk radiwesitim. Ez ji van mijaran îlhamê digirim. Koleksîyoneke min a mezin heye, hin ji wan temam bûne lê hin karên min jî hene nîvco mane. Bi wext re min gelek tişt sêwirandine û ew jî di vê koleksiyonê de cih digirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.