- Stranên Hozan Serhad li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Tesîr li gelek muzîkjenên Kurd kir. Niha jî li Silêmanî grubek bi navê Çand û Hunera Şehîd Hozan Serhad heye.
21 sal berê wekî îro Hozan Serhad şehîd bû. Lê hîna jî hunera wî zindî ye û niha li Silêmaniyê komek ciwan grubek bi navê Koma Şehîd Hozan Serhad ava kirine û li ser şopa wî hunera Kurdî bi pêş dixin.
Hozan Serhad (Suleyman Alpdogan) 24’ê Tîrmeha 1970’an li navçeya Zêtka (Eleşgirt) a Agiriyê ji dayik bûye. Di temenê zarokatiyê de ji birayê xwe yê mezin bandor dibe û dest bi jenîna tembûrê dike.
Dibe duyemîn
Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn. Li wir li şûna tembûrê, dest bi xwendina tar a ji muzîka Azerî dike. Piştre jî hêdî hêdî fêrî piyano, gîtar û bilûrê dibe.
Li zangîngehê bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike. Dest bi lêkolînan dike. Hozan Serhad di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî PKK’ê dibin. Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Amasya.12 sal ceza lê tê birîn. Piştî vê bûyerê Serhad berê xwe dide Şamê û destpêkê diçe herêma Heftenînê û piştre jî Akademîya Mahsum Korkmaz perwerdeyê dibîne. Ji ber di karê hunerê de şareza bû li Ewrûpa karê hunerî dike.
Ji Ewrûpayê vedigere
Hozan Serhad di sala 1996’an de ji Ewrûpayê vedigere Kurdistanê û piştî çend mehan li Zapê dimîne, tê Başûrê Kurdistanê û li Navenda Reşwenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne, piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike.
Çîroka strana Hewlêr
Piştî ku di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrîşî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhad strana bi navê ‘Hewlêr’ tomar kir. Vê stranê Hozan Serhad li Başûrê Kurdistanê ewqas din da naskirin.
22'ê Tîrmehê şehîd dibe
Hozan Serhad 22’ê Tîrmeha sala 1999’an dema ji bo tomarkirina kilîbek li gel çend gerîlayên din berê xwe dide herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dikeve.
Li ser navê wî komek heye
Niha li Silêmanî grubek bi navê Çand û Hunera Şehîd Hozan Serhad heye. Koma Şehîd Hozan Serhad di sala 2013’an de hatiye damezrandin. Endamên wê ji Başûrê Kurdistan û parçên din ên Kurdistanê ne. Li ser avakirina Koma Şehîd Hozan Serhad, endama komê, Rehîm Baleban ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ev kom ji bo hunera Şehîd Serhad were berdewamkirin, hate avakirin. Em ê her tim şopdarê rêya wî bin. Lê ya cihê xemgîniyê ewe ku hinek kesên li ser destê Hozan Serhad bûn hunermend, carek tenê jî sipasiya wî nakin.”
NAVENDA NÛÇEYAN