• Simone Leigh di heman demê de afirînera projeyeke pratîka civakî ya bi navê Free People's Medical Clinic (Klînîka Tibî ya Mirovên Azad) e; wê ev proje sala 2014´an da destpêkirin. Mekanê wê, berê yê doktoreke reşik a Emerîkî ya bi navê Josephine English (1920–2011) bû. Ev proje jî ji bo bibîranîna wê weke Navendeke Tenduristiyê ya Bêpere hatiye sêwirandin.

REWŞAN DENÎZ
FRANKFURT

Li vê dinyayê ji mirovên reş, asyayî û yên din bêhtir, ên spî gewr û Ewrûpî (bakuremerîkî) xuya ne. Ev xuyanebûna mirovên reş di hunerê de û heta nexasim di hunerê de jî dewam dike. Me got "nexasim", ji ber ku meydanên hunerî weke meydanên elît tên avakirin û di nava van meydanên elît de tenê cihê kêm reşikên neqandî heye. Yan jî cihê çendekên din ku karîn xwe bi zora behremendiya xwe bidin xuyakirin. Gava ku jixwe em behsa jinên reş bikin, ev xuyanebûn dibe derdekî mezintir. Ev xuyanebûna ku xwedaneder a nijadperestiya nû û encama nijadperestiya dîrokî ye, huner ji xwe re nekiriye îstîsnayek; berevajî, meydana hunerî vê nijadperestiyê xurttir nîşan dide. Li vir li şûna minaqeşeyeke berfirehtir li ser mijarê, em ê çend jinên reş ên ku li meydana hunerî ya Bakurê Emerîkayê û Ewrûpayê karîne xuya bin, bidin nasîn.

Kirdebûna jinên reş

Yek ji van Simone Leigh e. Ew sala 1967´an hatiye dinê. Dê û bavê wê Jamaîkî ne. Tevî ku li Chicagoyê hatiye dinê, ew li New Yorkê bi cih bûye. Ew peykertiraşiyê dike, înstalasyonên hunerî datîne, bi vîdeoyan kar dike, performansan û pratîkên civakî weke huner îcra dike. Wê bi xwe ji hunerê xwe re gotiye "Oto-etnografîk". Bala wê jî li ser hunerê Efrîkî, tiştên cihî yên otantîk, karê performansê û femînîzmê ye. Ew bi hunerê xwe serê xwe bi marjînalkirina jinên reş û nespî diêşîne, û tecrûbeyên wan bi berhemên xwe ji nû ve di çarçoveya hunerî de îfade dike. Bi gotinên wê hunerê wê berê xwe herî zêde dide "kirdebûna jinên reş".
Ew xwendina xwe ya li ser seramîkên Emerîkî û elaqeya xwe ya ji hunerê Efrîkî re tîne cem hev. Di berhemên xwe de ew motîfên Efrîkî tevî xisletên modernîst bi kar tîne. Di berhemên wê de gelek caran materyal û formên elaqedarî hunerê Efrîkî, tên dîtin. Di înstalasyonên wê yên bi tesîra performansê çêkirî de ew mekanekî diafirîne û tê de rabihuriya dîrokî û diyarkirina çarenûsê bi hev dikelin. Ew vê pevklelînê weke "herifîneke zemanî" bi nav dike.
Ji bilî vê wê dersên huner li gelek dezgehên emerîkî û navneteweyî dan. Heta niha li gelek dezgehên li welatên cihê pêşangehên wê hatin vekirin: MoMA PS1, Walker Art Center, Studio Museum li Harlemê, Yerba Buena Center for the Arts, The Hammer Museum, The Kitchen, The Bronx Museum of the Arts, Tilton Gallery, Contemporary Arts Museum Houston, SculptureCenter, Kunsthalle Wien li Viyanayê, L'appartement 22 li Fasê, the Andy Warhol Museum li Pittsburghê, û Association for Visual Arts Gallery li Cape Townê.

Klînîka Tibî ya Mirovên Azad

Simone Leigh wekî din tevî komek jinên hunermend çalakiyek organîze kir û ev çalakî weke performans di "Black Women Artists for Black Lives Matter (Hunermendên jin ên reş ji bo qîmetê jiyana reşikan jî heye)" de bi cih kir. Ev performans jî beşek ji pêşangeha wê ya solo ya sala 2016´an a bi navê The Waiting Room (Odeya li bendê manê) a li New Museumê bû. Kuratoran Jane Panetta û Rujeko Hockley ji bo sala 2019´an hunerê Simone Leigh weke yekî herî bi tesîr di Whitney Biennialê de nirxand.
Jixwe, gava ku ew li New Museumê bi cih bûbû jî wê kolektîfa Hunermendên Jin ên Reş ji bo Qîmetê Jiyana Reşikan jî Heye (BWAforBLM) damezrandibû weke bersiveke yekser a qetilkirina Philando Castille û xwepêşandanên li dijî qetilkirina reşikan li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.
Simone Leigh di heman demê de afirînera projeyeke pratîka civakî ya bi navê Free People's Medical Clinic (Klînîka Tibî ya Mirovên Azad) e; wê ev proje saa 2014´an da destpêkirin. Mekanê wê, berê yê doktoreke reşik a Emerîkî ya bi navê Josephine English (1920–2011) bû. Ev proje jî ji bo bibîranîna wê weke Navendeke Tenduristiyê ya Bêpere hatiye sêwirandin.
Heta niha wê gelek xelat wergirtine û di nava van xelatan de Bursa Guggenheim, Xelata Herb Alpert, Xelata Hugo Boss a Muzeya Guggenheimê jî hene.

KirzArt û hêzdarkirina civakên mirovên reş

Ji ber nijadperestiya dîrokî newekheviya civakî û nexasim newekheviya dahatê dewam dike û xwe her ji nû ve çêdike. Tesîra vê yekê li siheta bedenê bibe jî li ruhê mirovan jî dibe. Mesela li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê îhtîmala ku mirovên reş bi nexweşiyeke derûnî bikevin ji sedî deh zêdetir e ji îhtîmala ku mirovên spî bi nexweşiyeke derûnî bikevin. Beramberî vê tenê ji sedî 25´ê mirovên reş dikarin li alîkariyeke pispor a li dijî nexweşiyên derûnî bipirsin; ji bo mirovên spî rewş guhertiye, ji sedî 40´ê wan dikare li alîkariya pispor bipirse.
Hin hunermedên jin ên reş li dijî vê rewşê bi hunerê xwe li ber xwe didin. Yek ji van Kirsty Latoya ye. Ew hunermedeke dîjîtal e û bêhtir bi navê KirzArt tê nasîn. Ew li başûrê Londonê dimîne û bi berhemên xwe hewl dide rewşa girift a pirsgirêkên derûnî ji hev derêxe. Ew bi tiliya xwe li ser iPadê berhemên xwe xêz dike û encam jî berhemên modern ên tesîrker in.
Bala wê li ser îlhamdayîn û hêzdarkirina civakên mirovên reş e. Wê ji bo berhemên xwe got, ew êş û xema xwe diherikîne nav cokên berhemên xwe da ku huner biafirîne û bike ku xelk jî karibin têkiliyeke hestiyarî pê re deynin, û di heman demê de ew karibe miamele bi hestên xwe re jî bike.

Kokên pirsgirêkên derûnî û huner

Hunermendeke din a weke wê hunerê xwe li dijî vê encama nijadperestiya dîrokî bi kar tîne, Alison Saar e. Ew dibêje, berhemçêkirina li ser erdên lê çand, dîrok û nasname digihîjin hev, alîkariyê dide mirovên reş da ku ew miamele bi pirsgirêkên xwe yên derûnî re bikin. Li gorî wê ev berhem bi meseleyên elaqedarî çand, dîrok û nasnameyê yên mîras, dîrok û cinsiyetê jî dadikevin. Ev hunermenda li Los Anglesê bi cih bûyî, berê xwe dide kokên pirsgirêkên derûnî yên di nava civakên mirovên reş de û berê awirên xwe jî dide nijadperestiya sazûmanbûyî, newekheviya aborî.