Siya filanî li ser e… Ev gotinên ha, belkî zêde tiştan îfade nakin, lê gava mirov hunerê hunermenda japon a li New Yorkê dimîne Kumi Yamashita dibîne, lê hayil dibe ka sî çawa teşe dide tiştan.
Mirov dikare ji hunerê wê re bibêje, hunerê siyê, ew jî dibe hunermenda siyê. Bi xêra kaxez û yan jî qalibên darî Kumi Yamashati profîlên mirovan ên realîst çêdike.
Karê wê ewqasî mutewazî ye, heta ku mirov ji nêzîk ve berê xwe nediyê, tevlîheviya berhemên wê nabîne. Lê çavdîriyeke baş eşkere dike ka berhemên wê çiqasî nûker in û gelekî bi îhtîmam hatine çêkirin. Ji bo hunerê xwe ew dibêje, "Ez peykeran çêdikim bi ronî û siyê. Ez ji parçeyekî yan jî ji gelek parçeyan bi girêdaneka wan a sabît ya bi çavkaniyeke tenê ya roniyê, berheman hildiberînim. Yanî berhem ji tişta madî û ne ya madî tê holê." FRANKFURT
Huner ji ya madî û ne madî