Hozan Canê pêr êvarê hat berdan. Piştî ku bêhtirî du salan di hepsê de ma, do parêzera wê Newroz Akalan da zanîn ku Hozan Canê hatiye berdan. Newrozê got, ew li ber biryara dewama girtina Hozan Canê li hepsa Edîrneyê rabûne, û mehkemê îtîraza wan qebûl kiriye.
Dewleta Tirk hema beriya hilbijartinên serokkomariyê yên Hezîrana 2018´an ew girtin. Ew ji bo destekê bide kampanyaya HDP´ê li Edîrneyê bû. Heman salê bi îdîaya edametiya rêxistinê, dewleta Tirk 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hozan Canê birrî. Piştî ku dadgeha temyîzê ceza betal kir, parêzerên Hozan Canê xwestibûn Hozan Canê bê berdan. Lê Dadgeha ku dadgehkirin lê ji nû ve tê kirin ev red kiribû.
Doza Canê ya ji vê dibe, wê 20´ê Cotmehê dewam bike. Rûniştina doza li dijî keça Hozan Canê, Gonul Orsê jî doh gava nûçeya me dihat amadekirin, li Stenbolê dewam dikir.
Hem li dijî Hozan Canê û hem jî li dijî keça wê Gonul Ors, qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê hatiye danîn.
STENBOL