- Dadgeheke Holandî 6 sal cezayê hepsê li fermandarekî çeteya Ehrar el-Şam birrî.
Dadgeheke Holandî 6 sal cezayê hepsê li fermandarekî çeteya Ehrar el-Şam birrî. Ev koma çete, yek ji komên çete yên delweta Tirk e li Sûriyê.
Çapemeniyê navê vî kesî weke "Al Y" eşkere kir. Al Y yê 31 salî bi sûcên dema şer hat gunehbarkirin. Wî poz bi cenazeyê eskerekî/şervanekî dida. Di vîdeoyekê de jî wî pehîn diavêtin cenazeyekî.
Dadgehê 21'ê Nîsanê biryara xwe eşkere kir û got, wê ji ber sûcên di dema şer de û ji ber endametiya rêxistineke terorîst, 6 sal ceza li fermandarê çeteyê dewleta Tirk birriye. Dozger xwestibû 10 sal ceza li vî fermandarê çete bê birrîn, lê dadgehê ev daxwaz qebûl nekir. Ev kesê ku dadgehê navê wî eşkere nekir, lê çapemeniya Holandî navê wî weke Ahmad Al Y yan jî Al Y ragihand, ji 1'ê Adara 2015'an heta bi Mijdara 2015'an di nava koma Ehrar el-Şam de bûye û "terorîstî" kiriye.
Al Y sala 2019'an gava ku doza penaberiyê kiribû, li Holandayê hatibû girtin. Rayedarên Dadgeriya Elman ew nîşan kiribûn weke gumanbarê sûcên di dema şer de. Li gorî qanûna ceza ya navneteweyî ya Holandayê, binpêkirina rûmeta mirovan ji sûcên di dema şer de ye û ev sûc li Holandayê pêk nehatibin jî dikarin bê cezakirin.
DEN HAAG