Li gorî texmînên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) îsal wê nifûsa Hindistanê ji ya Çînê zêdetir bibe.
UNFPA’yê rapora salane ya têkildarî rewşa nifûsa cîhanê eşkerek kir. Li gorî UNFPA’yê îsal wê nifûsa Hindistanê bibe 1 miyar û 428 miyon û 600 hezar. Ya Çînê jî wê bibe 1 milyar û 425 milyon û 700 hezar.
Di rapora UNFPA’yê de tê texmînkirin ku îsal nifûsa cîhanê bibe 8 milyar û 45 milyon.
Li gorî daneyên fermî nifûsa Çînê par, ji 60 salan û vir ve cara yekê kêm bû.
Têkildarî nifûsa Hindistanê, daneyên fermî nayên dîtin. Lê serjimêra herî dawî, sala 2011’an pêk hat. Hindistan, her deh salan carekê serjimêrê dike, sala 2021’ê serjimêra ji ber şewba koronayê hate taloqkirin.
Pew Research Centre ya ku navenda fikirînê ya Emerîkayê ye, texmîn dike ku nifûsa Hindistanê ji sala 1950’î ve bêhtirî milyarekê zêde bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wêne: Shammi MEHRA / AFP