Hinar û payîza Helebceyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Mijdar 2024 - 16:05

  • Duh na pêr li Helebceyê 10. Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê dest pêkiribû.

Rêveberiya Geştuguzar a Helebceyê ragihand di roja yekem a Festîvala Hinaran a Helebce de 80’ê hezar kesan serdana bajêr kirine. Hat gotin ku 700 kes bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûne û wê festîval sê rojan bidome.

Rêveberiya Geştuguzar a Helebceyê bi daxuyaniyekê ragihand, di roja yekem a festîvalê de 80’ê hezar kesan serdana festîvalê kirine.

Hat diyarkirin 700 kes bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûne. Welatiyê bi navê Mihemed Selah jî her sal bi berhemên xwe yên hinar tevlî festîvalê dibe, Mihemed got; “Berhemên îsal yên hinar gelek taybete, ev festîval jî ji bo me gelek başe. Em bivî awayî hinarên xwe difiroşin Hewlêr, Kerkûk û cihên din.” ROJNEWS/HELEBCE

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.